'Ji ber bombeyên gazê yên tên karanîn sewal telaf dibin'
08:50
Meral Geylani /JINHA
RIHA – Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê ewqas bi hovane berdewam dike, li gundê Bethe yê Pirsusê jî ser dîwarên xaniyan cihê fîşek û raketan dixweyê. Ji welatiyên gund Mehmet Otkun yê ku bê hejmar cihê fîşekan li dîwarê mala wan xuya deke diyar kir ku dema dê li Pirsusê bi boneya pişgiriya Kobanê mitîng hatibana çêkirin, lê destur nehatî dayîn, polîs û leşkeran mudaxeleyî gel kirin. Memet da zanîn ku di mudaxeleyê de polîs û leşkeran gelek bombeyên gazê bi karanîn, ev jî hem li navçeyê û hem jî li gundên derdorê bû sedema telafa sewalên wan.
Dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê berdewam dikin li gundên derdora navçeya Pirsusê gelek mal rasît gulebaranên DAIŞ’ê hatine û ser dîwarên malan gelek cihên fîşakan xuya dikin. Di gulebarana roja 28’ê Îlonê de piştî nîvro gelek gule bi malên gundiyên derdora Pirsusê ketine û gundiyan jî bi zorê canê xwe xelaskirine. Yek ji welatiyê gelek fîşek bi mala wan ketî jî Mehmet Otkune. Mehmet destnîşan kir k udi wê demê de zarokên wan li dibistanê bûn û ew jî her yek li cihekê bûn ji hev belav bûn ji ber wê di wê gulebaranê de tuştek bi mirovan nehatiye.
‘Armanc valekirina gunde’
Ji bo piştevaniya Kobanê Berdevkê MEYA-DER’ê yê Gumgumê Metîn Gonulşan yê kul i heman gundî di berxwedanê de jî anî ziman ku heya niha wan li heman gundî 21 cihê roketan û bi dehan cihê fîşekan ser dîwarên malan dîtine û wiha got: “Heger rokêt ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine avêtin çima dewleta Tirkiyê li gorî rêgezên angajmanê tevnagere. Di vê rewşê de divê mudaxele hatibana kirin. Tenê armanca êrîşan valekirina gunde. Ji sê aliyan ve êrîşî Kobanê dikin û di aliyê çarem de jî dixwazin bigirin.”
‘Bombeyên gazê yên ku bi karanîne bûne sedema mirina heyîwanê me’
Welatiyê ku gelek roket bi mala wan ketî û sewalên wan hatî tilaftin Mehmet Otkune got: “Bi salane em ji leşkerên ser sînor zordariyê dibînin. Çandiniya me asteng kirin. Ava me qut kirin. Li cihê Tirkiye mirovên me yên ji Kobanê tên biparêzin berevajî êrîşî wan dikin. Berî niha heftiyekê dê ji bo piştevaniya Kobanê li Pirsusê mitîngek hatibana li darxistin, lê destur nehat dayîn, polîs û leşkeran êrîşî welatiyan kirin. Ji ber pir bi karanîna bombeyên gazê sewalên me li gund hemû telaf kirin. Li gorî evqas êrîş ser gund tên kirin jî lê heya niha kes nehatine lêkolîn nekirine.”
(zt)

