Nazîre Gewriye: Divê gelên ereb û suryanî tevlî berxwedana rojava bivin
09:20
Zinarîn Aydîn/ JINHA
AMÛDÊ- Li Rojava li gel ku şerekî dijwar li herêmê heye, xebatên inşayê jî berdewam dike. Di nava xebatên pergala xweseriya demokratîk de li kêleka gelên kurd, gelên ereb û suryanî jî hene. Ji bo gelên suryanî û tevlîbûna wan hevseroka kantona cizîrê Nazîre Gewriye nirxandin kir. Nazîre diyar kir ku gelê siryanî jî bi hezarên salan li kêleka gelên din di vê erdîngariyê de jiyan kirine û got: “Şerê ku îro li ser gelê rojava tê meşandin ne tenê li ser gelê kurde li ser tevayî gelên herêmêne ji bo wê pêwîste ku tevayî gelên ereb û suryanî bi awayeke xwirt tevlî berxwedaniya rojava bivin.”
Li Rojava li gel ku şerekî dijwar li heremên Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê de tê jiyan kirin, ji bo xebatên inşaya pergala xweseriya demokratîk jî ku bi tevlîbûna tevayî pêkhateyên cûda pêk bê xebat têne meşandin. Di nava xebatên pergala xweseriya demokratîk de li kêleka gelên kurd, gelên ereb û suryanî jî hene. Ji bo dana nasîna gelên suryanî û her weha jina siryanî û tevlîbûna wan ji xebatên pergala xweseriya demokratîk re hevseroka Kantona Cizîrê Nazîre Gewriye ku ew bi xwe jî siryanî ye, ji ajansa me ya JİNHA yê re axivî. Nazîre da zanîn ku ewê bi yekbûyîna gelan dawî li zilm û zorê were û ewê desthilatdar hilweşin.
‘Bi şoreşa rojava re jinên suryanî ciyê xwe di qadên cuda de digre’
Nazîre destnîşan kir ku gelê siryan jî bi hezarên salan li ser erdîngariya mezopotamya jiyan kiriye û wiha got: “ Gelê suryanî li kêleka gelên kurd û ereb jiyan kiriye. Gelek hukumdar li ser van gelan re derbas bûye û bi salane gelê suryanî jî weke gelekî bindest jiyan kiriye û zulm û zor ji destên pergalên hukumdar dîtiye. Jina suryanî jî heman çarenûsa gelê xwe jiyan kiriye û ew jî mîna gelê suryan êşa bindestiyê û hesreta azadiyê jiyan dike. Gelê suryan di gelek komkujiyan re jî derbas bûye û êşa vêna herî zêde jina suryanî jiyan kiriye. Kevneşopiya ola xiristiyanî jî zextek li ser jina suryanî dabû ava kirin. Di salên dawî de jina suryanî ger hinekî di aliyê çandî de pêşketibe jî ev sînordar maye. Lê em dibînin ku bi şoreşa rojava re jina suryanî ciyê xwe di qadên cuda yê weke siyaset û şer de jî digre.”
‘Tevlîbûna jinan û giringiya cî girtina wan di xebatên rêveberiyê de’
Nazîre anî ziman ku piştî aloziyên demdirêj ku di suriye de hate jiyan kirin yê ku ji ber hukmên şofînîst çavkaniya xwe digirt gelek ziyan da gelê suryan jî û wiha berdewam kir: “Li hemberî pergala nijadperest ya ku bi feraseta yek netew, yek al û yek ziman ku çandên cuda qebûl nedikir çareseriya herî mezin ji bo aloziyên her welatekî pergala xweseriya demokratîke. Di rojava de ev pergal li ser esasê tevlîbûna tevayî pêkhateyên weke kurd, suryan, areb, şîşan , ermen û çi gelên ku di vê heremê de jiyan dikin xwedî heman mafê tevlîbûnê ne. Bi vê ferasetê xebatê înşayê têne meşandin. Em weke jinên suryan jî li kêleka jinên kurd û areb û yên din ciyê xwe di nava karên rêvebiriya xweseriya demokratîk de digrin û ev yek jî ji bo me hêzeke mezine. Her weha tevlîbûna jinan û cî girtina wan di xebatên rêvebirina pergalê de demokratîkbûna pergalê destnîşan dike.”
‘Xelasiya her kesê di serkeftina pergala xweseriya demokratîk dene’
Nazîre diyar kir ku êrîşên li ser rojava têne kirin ji bo ku xebatên înşaya pergala xweseriya demokratîk asteng bikin û wiha domand: “Ser her 3’ê kantonan jî li gel ku êrîşên leşgerî tê kirin çebereke aborî û civakî jî heye. Piştî êrîşên DAIŞ yê li ser musilê careke din berê xwe dan rojava û li ser kantona kobanê û cizîrê jî êrîşên xwe dijwartir kirin. Ev êrîşana ji bo ku hevgirtina gelan û jiyana wan bi hevre bi awayeke aram çênebe tê kirin. Em baş dizanin ku hêzên cûda li dû DAIŞ hene yek ji wan jî dewleta tirke. Nikarin pergala xweseriya demokratîk ya ku ewê ji bo tevayî gelên rojhilata navîn bive mînak û teşwîqek qebûl bikin. Ji lewma bi armanca avakirina dewleteke bi navê îslam bi rengekî hovana êrîş dikin. Armancên wan ji bo tevayî gelan xeteriyeke pir mezine .”
Nazîre Gewriye destnîşan kir ku pêwîste tevayî gelên rojava, suriye û rojhilata navîn bi xeteriya armanca êrîşên DAIŞ'ê bihise û wiha got: “Bangewaziya min ji bo tevayî gelên kurd, suryan û ereb heye. Ji zarokan heya ciwanan û jinan ku bi hevre hevdû himêz bikin û vî welatî biparêzin. Xelasiya her kesî di serkeftina pergala xweseriya demokratîk de ye. Ji bo ku ev pergal bi ser bikeve pêwîste li hemberî êrîşên ser rojava tê kirin her kes tevlî tekoşînê bibe.”
(za/zt)

