Berxwedana Kobanê didome

09:55

JINHA


KOBANÊ – Şer û pevçûnên li Kobanê şevêdin jî heta serê sibehê bi dijwarî dom kirin. Çeteyan dîsa bi tang, top û çekên giran êrîş pêk anîn, lê rastî berxwedana tund a şervanên YPG/YPJ’ê hatin û bi dehan ji wan hatin kuştin.


Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku ev 20 rojin li ser herêma Kobanê têne meşandin, şevêdin jî het serê sibehê dom kirin. Çeteyan ji aliyê rojhilat, başûr û rojava ve bi tang, top û çekên giran êrîş kirin û hewl dan ku bikevin bajar. Li hemberî êrîşên çeteyan berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê jî dom kirin. Şer û pevçûn bi taybetî li eniya başûr, rojhilat û derdora girê Miştenûrê dijwar bûn. Di pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin.


Her wiha li eniya rojava li gundê Siftekê depoyek cebilxaneyê ya çeteyan hate rûxandin.


Di navbera saet 01.30 û 03.30’an de jî balefirên şer ên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê  rojhilat û başûrê bajar bombebaran kirin. Lê derbarê encaman de agahî nehatin bidestxistin.


Pevçûnên ku ber bi sibehê ve hinekê sivik bibûn, di saetên serê sibehê de li hersê eniyan ji nûve dijwar bûn.


(zt)