Guherînên civakî dikarin pêşiya şideta ser jinan bibe asteng
10:19
Dilan Karamanoglu/JINHA
STENBOL – Parêzvana Komeleya Çareseriya Nû ya Mafê Mirovan û Koordinatora Gihandinê Şehnaz Kiymaz diyar kir ku divê şideta ser jinan bi awayek civakî bê asteng kirin.
Her roja ku diçe li Tirkiyê şidet, tacîz, tecawîz û qirkirinên ser jinan zêde dibin. Bi boneya rawestandina şideta ser jinan ji aliyê Konseya Awrupayê ve li Stenbolê bi navê “Hevpeyîmana Ewrupayê” Tirkiye yekem welatê îmza avêtî biniye. Lê mixabin her roja ku diçe li Tirkiyê şideta ser jinan zêde dibe û heta her roj jinek ji aliyê mêran ve tê qetilkirin. Di 11’ê gulanê de îmza hatiye avêtina binê hevpeyîmanê. Di 24’ê mijara 2011’an de jî li parlementoyê hat erê kirin. Di 8’ê Adara 2012’an de bi fermî di rojnameyan de hat weşandin. Di 14’ê Adara 2012’ an de jî ji Sekreteriya Konseya Ewrupayê re hat ragihandin. Me diderbarê mijarê de berpirsyariyên dikeve ser dewletê çiqasî anîne cîh ji Parêzvana Komeleya Çareseriya Nû ya Mafê Mirovan û Koordinatora Gihandinê Şehnaz Kiymaz pirsî.
‘Hevpeyîmanek navnetewiye’
Şehnaz da zanîn ku hevpeyîmana Stenbolê di derbarê jin û malbatan de ne tenê yek aliye û divê di gelek aliyan de bê desgirtin û wiha got: “Ev jî giringiya hevpeyîmanê ji bo hemû dewletên navnetewî dide diyar kirin.”
‘Di çar aliyan de şideta ser jinan tê destgirtin’
Şehnaz destnîşan kir ku ji bo şideta ser jinan bê asteng kirin divê ji çar aliyan de bê pirsgirêk bê destgirtin û wiha domand: “Ev jî bi pêşîgirtina şideta ser jinan, jinên bûne mexdurê şidetê parastin, faîlên wan darezandin û ev hemû bi awayek polîtîk lêkolîn kirin pêwîste. Divê şideta ser jinan ji hemû aliyên civakî ve bê dest girtin û ser bê rawestandin.”
(zt)

