Ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê piştgiriya lojîstikê didin çeteyên DAIŞ'ê
10:23
JINHA
RIHA - Karmendeke gumrukê yê ku li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê dixebite û nexwast navê xwe bide diyar kir ku ji deriyê sînor re piştgiriya lojîstikê didin çeteyên DAIŞ'ê û çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê yên bûn xurde li qada gumrukê di depoyekê de tên sekinandin.
Karmendeke gumrukê yê ku li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê yê ku bi alîkariyên bi TIR'an ji çeteyên DAIŞ'ê re dibe tê rojevê dixebite îdîayên balkêş anîn ziman. Karmend, anî ziman ku salek berê cihazên X-ray ên gelek hesesa hatin kirin lê ligel cihên nava hemû wesayîtan nîşan bidin ligel saleke hatin kirin hêj nehatine bikaranîn. Karmendê bi hinceta ewlehiyê navê xwe neda wiha got: "TIR'ên ji aliyê Tirkiyeyê tên li qada gumrukê tên sekinandin û piştî TIR'ên ji aliyê Suriyeyê hatin û li wan bar dikin. Dema ev kar tê kirin ji bilî hinek polîsên fermî û sîvîl û hinek karmendan tu kes li wir namîne."
Çekên giran ên ayîdî çeteyan li qada gumrukê tên veşartin
Karmend da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê îlonê de li hemberî Kobanê dest bi êrîşan kir çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê yên wekêe doçka û çekên din ên bûne xurde li qada gumrukê di depoyekê de tên sekinandin. Karmend îdîa kir ku li ser çekên giran ên bûn xurde xwîn heye. Karmend, da zanîn ku li deriyê sînor her tim bêkontrol mirov derbas dibin.
(zt)
