Hevserok li Pirsûsê ne
10:57
JINHA
RIHA - Hevserokên KCD, DBP û HDP'ê dê welatiyên li sînor ên ligel zextên polîs û leşkeran sînorê Kobanê terk nekirin ziyaret bikin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji 15'ê îlonê heya niha bi awayeke dijwar li hemberî Kobanê pêk tên berdewam dikin û gelê kobanê û şervanên YPJ/YPG'ê jî bi berxwedaneke bihempa nîşan didin û gelê Bakûrê Kurdistanê jî li sînor nobeta berxwedanê didomîn e. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kirin gelê Bakûrê Kurdistanê di 17'ê îlonê de dest bi "Nobeta sînorê Kobanê ya li hemberî çeteyan" kir û gelek caran rastî êrîşa polîs û leşkeran hat û ligel vê yekê çalakiya berdewam kirin. Welatiyên li gundên Alîzer, Dewşen, Bethê, Qop, Etmanek, Boyde û Swêdê yên Pirsûsê çalakiya her roj mezin kirin û êrîşên leşkeran ên hovî jî bê navber berdesam kirin.
2 wesayît hatin şewitandi, 5 kes birîndar kirin û gelek kes jî binçavkirin
Welatiyên duh xwestin li gundê Etmanekê bi welatiyên Kobanê re cejnê pîroz bikin rastî êrîşa leşkeran hatin û heya seatên êvarê êrîşên leşkeran li gundê Dewşenê berdewam kirin. Leşkeran bi taybet bi bombeyên gazê êrîş li gundê Etmanek û Dewşenê kirin û otobusa ayîdî Şaredariya Nisêbînê ya ku ji bo bîrîndara bigire hatî gundê Dewşenê û wesayîta welatiyekî bi bombeyên gazê hatin şewitandin.
Disa di rêşan de li her du gundan 5 welatî bi bombeyên gazê birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. Welatiyên ligel hemû zext û zordariyê leşker û polîsan sînor terk nekirin şevê barîkat derbaskirin û vegeriyan cihê nobetê. Li hemû gundan bi biryar çalakiya nobetê berdewam dike.
Hevserok li Pirsûsê ne
Li aliyê din hevserokên KCD, DBP û HDP'ê, wekîlên HDP'ê dê li navçeya Pirsûsê avahiya partiyê ziyaret bikin. Hevserokên zarok, jin û kesên pîr ên ji Kobanê hatin ziyaret kirin dê derbasî gundê Bethê bibin û li sînor daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
(zt)

