KCDP: Di meha îlonê de 28 jin hatin qetilkirin
12:17
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê her diçe qirkirinên jinan zêde dibin. Di derbarê bîlançoya qetilkirina jinan ya meha îlonê de Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan bi daxuyaniyekê diyar kir ku di meha îlonê de 28 jin hatine qetilkirin û wiha hat got: “Herî zêde ji ber jinan xwestine di derbarê jiyana xwe de biryar bidin hatine qetilkirin.
Li Tirkiyê her diçe qirkirinên jinan zêde dibin. Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan di daxuyaniyekê de balişand ser di meha îlonê de qetilkirina 28 jinan û wiha hat domand: “Cardin herî zêde jin bi destê hevserên xwe hatin qetilkirin. Di meha îlonê de ji sedî 43 ji aliyê hevserê xwe yan jî hevserê xwe yê berê ve, ji sedî 21 ji aliyê nasên xwe ve, ji sedî 11 ji aliyê hevalên xweyên mêr ve, ji sedî 11 ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin. Ji sedî 14 jinên hatine qetilkirin jî kes nizane ji aliyê kê ve hatine qetilkirin. Li gorî lêkolînên me yên meha îlonê herî zêde jin ji ber dixwazin di derbarê jiyana xwe de bibin xwedî biryar tên qetilkirin. Her wiha li gorî encamên me ji meha dinê ya derbasbûyî jî derxistine û yên vê mehê bi hev re nirxandîn di rêjeyek ji sedî 57 bi çekan hatine qetilkirn.”
(zt)
