Li rojhilatê Kobanê êrîşên DAIŞ’ê hatin şkandin
12:37
JINHA
KOBANÊ – Şer û pevçûnên pir dijwar duh êvarê heya serê sibê li rojhilatê Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê didomin. Çeteyên DAIŞ’ê 2 caran êrîş bir ser rojhilatê Kobanê û rastî berxwedana tund ya şervanên YPG’ê hatin. Di encamê de herdû êrîşên çeteyan hatin şikandin û bi dehan çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên AHNA’yê herêmê girtin, şer û pevçûn pir dijwar duh êvarê heya serê sibê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê rûdan. Çeteyên DIAŞ’ê şevê din 2 caran êrîşê rojhilatê Kobanê kirin û rastî bersivdayîna tund ya şervanên YPG’ê hatin. Di encamê de herdû êrîşên çeteyan hat şikandin û bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha dîsan şevê din heya serê sibê şer û pevçûn dijwar li girê Miştenûrê berdewam dikin. Çete ji girê Miştenûrê ve bi tank û topan Kobanê topbaran dikin.
Şer û pevçûn li hersê eniyên Kobanê berdewam dike.
(zt)
