Îdîaya li baxçeyê qereqolê çeteyên DAIŞ'ê
13:30
JINHA
RIHA - 14 kesên di konê li baxçeyê li Qereqola Cendirmeyan a gundê Hummarana Jorîn a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin vedan de bû sedema gumanan û kesên tenê bi îngîlîzî û erebî diaxivîn diltirsiya çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya lojîstika ji Tirkiyeyê digirin a li hemberî Kobanê berdewam dikin. Kesên biyanî yên di konê li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan a gundê Hummera Jorîn a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê de bû sedema gumanan. Welatiyên gundên derdorê 14 kesên di kon de weke çeteyên DAIŞ'ê bi nav kirin û hefteye berê di konê li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan de hatî vedan tên hewandin. Welatiyan diyar kir ku kesên di kon de tenê bi erebî û îngîlîz di navbera xwe de diaxivin û tevgera wan a di baxçeyê qereqolê de ya rihet balê dikêşe.
'Li navenda navçeyê cih nema'
Ligel vê yekê welatiyan ji rayedarên leşkeran pirsa kesên li wir kîne pirsîn û rayedarên leşkeran bersiva "Li navenda navçeyê ji ber ku cih nemaye li vir dimînin û dê di demek kin de wan ji wir bişînin" da. Li navçeyê ev yek weke "Amadekariyên êrîşê li Serêkaniyê bikin" hate nirxandin. Di demên dawî de hewildanên çeteyan ên bikevin Serêkaniyê zêdebûne.
30 kesên li sînorê gundê Xirbe Pîz li ku ne?
Piştî êrîşên li dijî kantona Kobanê zêdebûn li navenda navçeya Serêkaniyê jî tevgera kesên biyanî zêdebûn. 30 kesên li gundê Xirbe Pîzê yê navçeyê dixwastin sînor derbas bikin di nava zeviyên çandîniyê de xwe veşartin piştî welatiyan agahî dan leşkeran ew hatin girtin û lê nehatin zanîn ku bi kîjan alî de bibirin.
(zt)

