Di berxwedana 1’ê Gulanê de jin

14:18

 


Leyla Ayaz/JINHA


Di  1’ê Gulanê de çend jin hatin kuştin û navê van çî bû? Ne navên van û ne jî rûyên van heye. Ev dîrok jî ji hêla mêran ve hate nivîsandin û di dîroka mêr nivîsandî de jin dîsa tune. Lê jin hebû wekî her car. Navên van hat dîtin û rûyên van aşkerabû. Dilê jinê bêtir ji bo van dişewite ji ber ku di qetlîameke wisa jin tune tên hesibandin.


Jinên ku dibin panzerê de perçiqin; Hacer Îpek Saman, Hatîce Altun, Hulya Emecan, Jale Yeşîlnîl, Kadriye Duman, Leyla Altiparmak, Meral Cebren Ozkol, Nazan Unaldi, Dîlan Nergîs û Sîbel Açikalin…


Dîroka vê rojê di 1856'an de li bajarê Melbournê ya Awustralyayê bi daxwaza xebata 8 saetan kar derket holê û îro bi milyonan karker dadikevin qadan. Karker îro bi çalakiyên xwe cara yekem xwedî gotinan in. Lê ev roja ku karker daketin qadan ne 1'ê Gulanê bû. Di 21'ê Nîsanê de karker ji Zanîngeha Melbourne heta Mala Parlamentoyê ve meşiyan û daxwaza 8 saet kar kirin. Ji ber ku ev daxwaz nehat qebûlkirin. Ji ber ku piştre daxwazên karkeran bi cih nehat ev meş her sal heta 1881'an bi vî rengî berdewam kir.


Di 1881'an de Federasyona Yekîtiyên Kedê û Pîşeya Rêxistinkirî hejmara endamên xwe kir 500 hezar karkeran û ji bo ku biryarbûna xwe nîşan bide jî biryara çalakiya li her derê welat girt. Ev çalakî sînor jî dersab kir û heta Amerîkayê belav bû. Li Chicagoyê endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Amerîkayê bi heman daxwazê 1'ê Gulanê roja pêkanîna 8 saet kar û gurevê îlan îlan kir. Bi vî rengî karker daketin qadan û di 1886'an de nêzî nêv milyon karkerêr amerîkî daketin qadan û karkerên reşik û yên spî bi hevre hamen daxwaz anîn ziman.


Pela 1'ê gulanê ya ku di sala 1856'an li Avustralyayê dest pê kir gihiştî kitaya Amerîka û pişt re jî gihiştine Ewropayê û di sala 1909'an de gihişte Osmanliyê jî. Di 1'ê Gulana 1924'an de jî pîrozbahî ji aliyê Yekîtiya Ameleyên Tirkiyeyê ve hate organîzekirin. Xwestin çalakiyan asteng bikin û girtinan dest pê kir. Bi vê yekê di dîroka Tirkiyeyê de qedexeya 1'ê Gulanan dest pê kir. Piştî di sala 1925''an de Zagona Takrîr-î Sukun hate derxistin heta sala 1976'an 1'ê Gulanê hatin qedexekirin.


Di sala 1977'an de DÎSK'ê li Qada Taksîmê ya Stenbolê nêzî 500 hezar karkeran hemû hêrsa xwe qêriyan. 500 hezar kes hatin Taksîmê û bi gule û êrîşên panzeran berxwedêr hatin pêşwazîkirin. Ji ber guleyan û tevliheviyê li gorî hinekan 36, li gorî hinekan 42 û li gorî hinekan jî 44 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdehî 200 kes jî birîndar bûn. Kiryar û kesên fermana vê komkujiyê dan her tim veşarî man. Qada Taksimê ji bilî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hemû pîrozbahiyan re vekiribû. Ev tişt di sala 1999’an de guherî. Roja kedkaran bû, kedkar li dijî kedxwariyê dîsa li qada Taksîmê bû.


Di hemû pêşwazî û pîrozbahiyan de jin ji hebû. Bi hevalên xwe li qadan bûn û ala berxwedanê bilind kirin. Li qadan bi her zimanê banga berxwedanê hat kirin. Lê mixabin dîrok dîsa qala berxwedana jinê nekir. Salên dawiyê jin li dijî dîroka jinê ya ku nenivîsandî derketin û navên ku bi salan nedihat vegotin anîn ziman.d


(zd)