Di çalakiya HPG'ê ya Kerkuk de 2 çete hatin kuştin
15:21
Cotmeh
5
/ 2014
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Gerîlayên HPG'ê li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin û di encamê de 2 çete hatin kuştin, du wesaît û motorsîkleteke çeteyan jî derb xwarin.
Gerîlayên HPG'ê yên ji bo parastina Kerkûkê li herêmê ne. li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê çalakiyên xwe dewam dikin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku gerîlayan duh bi çekên giran li dijî çeteyan çalakî lidar xistine.
Hat ragihandin ku di çalakiya li gundê Wahde yâ saet di 13:00 de, 2 çete hatin kuştin, du wesayît û motorsîkleteke çeteyan derb xwarin.
(zt)
