Tevgera Goran: Divê Parlamentoya Kurdistanê ji bo Kobanê bicive

15:43

 JINHA


NVENDA NÛÇEYAN - Fraksyona Tevgera Goran li parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku parlamentoya Herêma Kurdistanê bi awayek lezgîn ser rewşa Kobanê û Şengalê bicive. Tevgera Goran daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariya siyasî, dîplomasî û leşkerî ji bo rojavayê Kurdistanê û Kobanê bike.


Fraksyona Tevgera Goran di derbarê rewşa dawiya Şengal û Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Piştî êrişa li dijî Şengal û çend navçeyên din ên başûrê Kurdistanê û êrişa tunekirinê ya li dijî êzdiyan, koçberkirina birayên me yên Xiristiyan, Kakeyî û Şebek; DAIŞ’ê berê êrişên xwe da rojavayê Kurdistanê. Ev çend roje derdora Kobanê dorpêç kiriye. Niha bajarê Kobanê û rûniştvanên wê di bin êriş û gefa tunebûnêdenin.”


‘Divê Serokatiya Parlemana Kurdistanê ji bo Kobanê bi lez bicivin' 


Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de çend daxwaz pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê û  raya giştî kirin. Daxwazên Tevgera Goran wiha ne; “Yekem Sazî û rêxistinên hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya siyasî û leşkerî ji bo rojavayê Kurdistanê û Kobanê zêde bike.  Duyemîn: Hêzên hevpeymanî yên li dijî DAIŞ’ê alîkariyên xwe yên ji bo rizgarkirina Kobanê û rûniştvanên wê zêdetir û berfirehtir bikin. Seyemîn: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî lezgîn û bi amadebûna aliyên siyasî û civînekî taybet ser rewşa Kobanê bicivin.”


(zt)