Şivanê ji Rojava ev 3’ê rojin li Hewlêr windaye

16:01

JINHA


HEWLÊR - Welatiyê bi navê Şivan Îbrahîm Hiso yê ji Serêkaniyê ev 3’ê roje li Şeqlewa winda ye. Şivan dema ji bo girtina pereyê xwe çû cihê lê kar dikir, ji wê demê ve agehî yê jê nayê wergirtin.


Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran welatiyên ji Rojava Koçî Başûrê Kurdistanê kirin. Yek ji van welatiyan Şivan Îbrahîm Hiso ye. Şivan zewiciye û bavê du zaroka ne. Şivan ji bo debara malbata xwe li Şeqlawa karê boyaxê dikir. Li gorî agahiyên ji xizmê Şivan hatine girtin, li navçeya Şeqlawa ya girêdayî bajarê Hewlêr welatiyê navçeya Serêkaniyê ye Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Şivan Îbrahîm Hiso tevî otomobîla xwe ya ji core (AUDY) ku rengê qehweyî û bi plaqeya (118494) ev sê rojin winda ye.


Şivan ji roja 2’ê Cotmeha 2014’an û virde windaye û tu agahî jê nayê girtin. Li gor agahiyan Şivan di saet 17.00’an roja 2’ê Cotmehê ji bo pereyê xwe bistîne çûye cihê lê kar dike û ji wê demê ve tu agehî jê nayên girtin.
(zt)