Gundê Etmanek ê ku bû hedefa çeteyan hate valakirin
16:06
JINHA
RIHA - Gundê Etmanek ê ku rastî êrîşên topên hewanê yên çeteyên DAIŞ'ê tê ji aliyê DBP'ê ve û wergeha kon a AFAD'ê jî ji aliyê rayedaran ve hate valakirin.
Piştî gundê Etmanekê yê Pirsûsê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate bombebarankirin welatiyên li gund nobet digirtin ji aliyê DBP'ê ve hate valakirin. Rêveberên DBP'ê welatiyên gund û çalakvan sewqî girê piştî gund hatin kirin û li wir welatiyan dest bi nobetê kirin. Tê gotin ji ber ewlehiya canê çalakvanan valakirin pêk hat û ji ber topên hewanê yên li gund ketin 2 zarok 4 kes birîndarbibûn. Wargeha konan a ji aliyê AFAD'ê ve li hemberî gund hatî amadekirin jî hate valakirin û wesayîtên çapemeniyê û xebatkarên wê ji aliyê leşkeran ve ji herêmê hatin dûrxistin.
Waliyê Rihayê bi hinceta ewlehiyê biryara gundê Etmanek bê valakirin girt. Piştî biryarê ji wesayîtên polîs û leşkeran anonsên valakirinê hatin kirin. Walîtiyê biryara dibistanên gundên sînor bên valakirin da.
(zt)

