Tankeke çeteyan hate îmhankirin
16:09
JINHA
RIHA - Li rojhilatê Kobanê pevçûnên dijwar berdewam dikin û şervanên YPG/YPJ'ê tankeke çeteyan îmhakirin.
Li Kobanê şev û roj pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê bi dijwar berdewam dikin. Şervanên YPG/YPJ'ê li eniya rojhilatê Kobanê tankeke çeteyan îmha kir. Tanka agir pê ket û ji ber muhîmata tê de teqîn pêk hat ji aliyê welatiyên li gundê Dewşen ê ku nobetê digirin ve bi awayeke zelal hate dîtin. Tanka bi hêz teqiya agirê ji tankê bilind bû bi deh metreyan bilind bû. Welatiyên li gundê Dewşenê îmhakirina tankê bi slogana "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" pîroz kirin.
(zt)

