Li rojhilat û başûrê Kobanê şerê dijwar

16:13

JINHA


KOBANÊ -  Li eniyên rojhilat û rojavayê herêma kobanê di navbera şervnaên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn di asta herî dijwar de didomin.


Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji 15'ê îlonê ve destpê kirin ev 20 roj in bi dijwariya xwe didomin. Çete ji her sê aliyên herêmê bi teybetî ji başûr û rojhilat êrîşên dijwar pêk tînin. Çeteyên ku hemû hêza xwe li derdora Kobanê kom kiriye, bi tank, top û çekên giran êrîşî bajarê Kobanê dikin.


Şer û pevçûn li rojavayê herêmê jî didome.


(zt)