Jinan li sînorê Kobanê zincîra aştiyê çêkirin

16:16

JINHA


RIHA - Di pêşengiya Hewla Jinan ya ji bo Aştiyê de bi armanca xwedî derketina li berxwedana Kobanê jinên xwestin cejna xwe li Pirsûs derbas bikin li sînor zincîra aştiyê çêkirin. Parlementerên HDP’ê jî alîkarî dan çalakiya jinan. Jinan pankarta “Piştgiriya ji DAIŞ re tê wateya li Rojava şer, Aştî wiha nabe” vekirin.


Di nav de Hewla Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG), Jinên Anarşîst, Kolektîfa Feminist û Sosyalistan, Dayîkên Aştiyê, HDP, Meclisa Jinên HDP û DOKH jîdi nav de jinan ser sînorê Kobanê zincîra aştiyê çêkirin. Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê jinên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Pirsûs li sînor zincîra aştiyê çêkirin. Di çalakiyê de ku Parlamenterên HDP’ê Sebahat Tuncel, Mulkiye Bîrtane, Ayla Akat Ata û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk jî amade bûn jinan pankarta, “Piştgiriya ji DAIŞ re tê wateya li Rojava şer, Aştî wiha nabe” vekirin û duruşmên, weke  “Jin, Jiyan, Azadî”, “Jin şer naxwazin”, “Bijî berxwedana Kobanê” bilind kirin. Jinan bi dirûşmayan govend gerandin û bi kevirên komkirin li erdê YPG/YPJ nivîsandin.


Çalakiya jinan ya ser sînor berdewam dike.


(zt)