Eyşe Efendî: Em bi ruhê berxwedanê bi ser dikevin

16:47

JINHA


RIHA - Heyeta KCD, DBP, HDP û HDK ji bo hin hevdîtinan hate Pirsûsê. Heseroka Dîwana Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî ya hate Pirsûsê jî silavên xwe li berxwedana Kobanê re şand û wiha axivî: “Em bang li Erdogan dikin, dev ji dudiliyê berde, ronahiya sînor vemirîne û nehêle çete derbas bibin. Ey Erdogan Kobanê bi Pirsûsê re yek e, bi Qendîlê re yek e, bi Başûr re yek e, em bi çar pereçayan re yek in.”
Hevseroken KCD, DBP, HDP, HDK'ê û parlamentarên HDP'ê, serê sibê ji bo cejnê li vir derbas bikin hatin Navçeya Pirsûsa Rihayê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek û rayedarên din li avahiya DBP'ê ya Pirsûsê bi hetaya ji Kobanê hatiye re hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê heyet bi hevre çû serdana welatiyên ku ev bi rojane li ser sînor çalakiya nobetê lidar dixin. Pişt re Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li vir axaftinek kir û got ku ev 20 roje aliyê din gelê kurd li hemberî çeteyên hov destana berxwedanê dinivsîne. Selahattîn, got ku gelê kurd li Kobanê ne tenê bajar, rûmeta mirovahiyê jî diparê û wiha axivî: "Ev berxwedan neba niha ev çete li pişt van têlan bicih bûbûn. Ev 20 roje zarokên leheng yên kurd destan dinivsînin. Arteşa cîhanê ya herî mezin NATO jî li hemberî vê barbariyê neçar maye. Tenê li hemberî wan dayik, jin û zarokên kurdan şer dikin."

'Bi vîn û bariya pola li berxwe didin'

Selahattîn, destnîşan kir ku şervanên YPG'ê ne bi çetan bi wîn û baweriya xwe ya pola li hemberî ceteyan li berxwe didin û wiha domand: "DAIŞ ji her derê alîkarî digire. Van çeteyan nava 20 rojan de hînê bikarîna tangan nebûne. Diyare ew hatine perwerdekirin. Her cure alîkarî didin van çeteyan. Fermandarên Seddam û leşkerên Qadar û Siudî heta vê derê tên û perwerde didin çeteyan."


‘Li şuna çeteyên DAIŞ'ê êrîşê li gel dikin'

Selahattîn, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Çiqas rayedarên Dewleta Komara Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê red kiribin jî di pratîkê de tu sererastkirin çênebûn û bi piştgiriya Tirkiyeyê pêş dikeve. Ligel ewqas piştgiriyê digire jî nikare li Kobanê serbikeve. Leşker û polîs jî li bir welatiyên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatin ser sînor êrîşê dikin. Çekên îro di destê çeteyên DAIŞ'ê de çekên modela herî dawî yên Emrîka û Rusyayê ne. Çekên li Musil û Helepê bi dest xistin in. Tu kes hesaba vê yekê nade. Vê yekê asteng nakin. Hezar kes li vir sloganan berz dikin û ji ber moral dan YPG'ê rastî êrîşa polîs û leşkeran hat. Welatiyên me 20 rojin ligel êrîşa polîs û leşkeran bi israr li vir nobetê digirin."

Banga hikûmeta soza xwe bigire kir

Selahattîn, diyar kir ku gelê di berxwedanê de alîgirê azadî aştiyê ye û pêşeroja Tirkiyeyê xilaskirin. Selahattîn, anî ziman ku divê Tirkiye polîtîkayên şaş biguherîne û polîtîkayên xizmeta biratî û aştiyê bikin pêk bîne û wiha axivî: “Hêvî dikim ku soza hikûmetaê ya 'Kobanê navkeve' û 'Em dê hemû piştgiriyê bidin Kobanê' bi cih bîne. Hêvî dikim ku polîtîkayên şa dê ji deriyê Kobanê vegerin. Îro roj roja gefkirinê nîn e. Heke pêvajoyeke aştiyê bê meşandin banga Birêz Ocalan zelal e. Kobanê û pêvajo ji hev cuda nîn in. Heke bixwazin di hûndir de aştiyek mayînde pêk bê wê demê divê Kobanê bi tenê neyê hiştin."

‘Divê hikûmet pêvajoyê bi gel re bi koordîneyî bimeşîne'

Selahattîn, da zanîn ku rewşa Kobanê ji pêvajoyê cuda nagirin dest û wiha pê de çû: "Heke bixwazin pêvajoyê mayînde bikin divê Kobanê tenê nehêlin. Divê riyên diçin Kobanê bên vekirin. 3 aliyên Kobanê ji aliyê çeteyan ve hatine girtin divê aliyê Tirkiyeyê neyê girtin. Li hemberî gefên çeteyên DAIŞ'ê divê bi lezgînî piştgiriyê bidin gelê Kobanê. Ji bo gel li vir di nava aştiyê de bijîn girîng e. Em bi Birêz Serokwezîr û hevalên me jî bi kesên eleqedar re hevdîtinan dikin. Ji ber ku heke Kobanê bikeve dê bibe sedema çi em dibînin. Em dixwazin Kobanê bikin nokteya aştiyeke mayînde. Em dixwazin berxwedana Kobanê bikin atşîiyeke mayînde. Pêdiviyên vê yekê hene. Bi gef û şantajan ev kar nayê meşandin. Ev kar bi gotina 'PKK û DAIŞ wekhevin' nayê meşandin. Hemû kes dizanene ku tu wekheviya PKK û çeteyên DAIŞ'ê tuneye. Ev nêrîn şaş e. Ya rast li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bidin hev e. Dema min bi Serokwezîr re hevdîtin kir jî got, ya rast hikûmet xebateke koordîneyî meşandin e. Roj roja dijminahiyê nîn e. Roj roja ji hev tirsînê û guman û fikarê nîn e. Divê hikûmet bi awayeke vekirî bi Kobanê re bikeve nava piştevaniyê û bi gelê berxwedide re bi koordîneyî bixebite. Li vir li şuna gel asteng bike, bi copan êrîş bike bi gel re di nava hevkariyekê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîn kirin e."

‘Gelên Kurdistanê êdî nebin qurban’

Piştre Kamuran Yuksek axivî û wiha got: “WeEkî destpêka sedsala 20’emîn di sedsala 21’emîn de jî dixwazin gelên Kudistanê bikin qurbanê ahengên navneteweyî. Lê em di serê vê sedsalê de em bi têkoşîna xwe wiha dibêjin; Di sedsala 21’emîn de êdî gelên Kurdistanê nabin qurban. Sekna we ya li vê derê vê nîşan dide. Têkoşîna me ya 40 salan pratîka li Şengalê, têkoşîna ji bo Kobanê pêwîst be dê ji Rojhilat bê nîşandan. Ev têkoşîn nîşan dide ku gelê Kurdistanê dê sedsala 21’emîn de azad bibe. Ev têkoşîn di heman demê de nîşaneya yekîtiya neteweyî ye. Pirsûs bûye Şengal, Şengal dibe Mehebad.”

‘Em rexnedana xwe didin’

Heseroka Dîwana Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî ya hate Pirsûsê jî silavên xwe li berxwedana Kobanê re şand û wiha axivî: “Îro banga me li welatên navneteweyî re ye Amerîka, Tirkiye bi temamî bi DAIŞ’ê re hevkariyê dike. YPG-YPJ ev 2-3 sal in li ber xwe dide. Gelê kurd li ber xwe dide, bi çekên sivik li ber xwe dide. Bi ruhê Apogerî, bi felsefeya Rêber Apo li dijî çekên giran ên çeteyan li ber xwe dide. Em bi ruhê berxwedanê bi ser dikevin. Ji bo hemû kesan banga me ye, çekên giran bişînin YPG’ê re. Em nan û avê naxwazin, em ne birçî ne. Mîrateya me di vê warî de heye. Li Qendîlê xwîşk û birayên me hene. Em bang li Erdogan dikin, dev ji dudiliyê berde, ronahiya sînor vemirîne û nehêle çete derbas bibin. Ey Erdogan Kobanê bi Pirsûsê re yek e, bi Qendîlê re yek e, bi Başûr re yek e, em bi çar pereçayan re yek in. Bi taybetî em bang li başûrê Kurdistanê dikin. Wan j ime re digotin başûrê Biçûk. Ew birayê mezin e. Ew Rojavaya mezin e, siyaseta mezin e. Lê tevahiya gelê kurd û wekî partî em rexnedana xwe didin. Heke beriya çend mehan ev siyaset ev sekn bihata nîşandan ev çete niha nidihatin sînorê Kobanê.”

Piştî daxuyaniyê şande derbasî gundên din ên ku nobeta berxwedanê didome bû.

(zt)