Fermandara YPJ'ê li hember çeteyan çalakiya fedayî pêkanî
17:36
JINHA
KOBANÊ – Di berxwedana Kobanê ya 20 rojin li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî dîrokî didome şervaneke YPJ’ê li girê Meştenûrê çalakiya fedayî pêk anî.
Li Kobanê 20 rojin şervanên YPG-YPJ bi awayekî bêhempa li dijî çeteyên DAÎŞ'ê di ber xwe didin. Şervanên ku li hemberî çekên giran şerekî dijwar dimeşînin bersiva xurt didin çeteyan. Şer û pevçûnên ku ji şevêdin ve li derdora girê Meştenûrê bi awayekî dijwar dom dikin de, şervanên YPG/YPJ’ê berxwedaneke ku ji niha de di dîrokê de cihê xwe girtiye nîşan didin û nahêlin çete bikevin bajar. Şervanên ku li dijî hemû çekên giran ên çeteyan bi derfetên herî hindik liber xwe didin, bi fedaiyane şer dikin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, şervaneke jin a YPJ’ê li girê Miştenûrê saet derdora 16.30’an de li dijî çeteyan çalakiya fedayî pêk anî. Di encama çalakiyê de gelek çete hatin kuştin.
Hate fêrbûn ku şervana YPJ’ê di heman demê fermandara taximê ye û navê wê Arîn Mîrkan.
(zt)

