Li Etmanekê êrîşên leşkerî didome
17:46
JINHA
RIHA - Piştî biryara walîtiya Rihayê ya bila welatiyên gundê Etmanek û Kobanê Serxet vala bikin û şûnde, welatiyên li herdu gundan nobet digirt rastî êrîşa leşkeran hatin. Polîs û leşkeran bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî welatiyan kirin.
Çalakî û nobeta welatiyan a li ser sînor berdewam dike. Li aliyê din Waliyê Rihayê biryar da ku welatiyên gundê Etmanek û Kobana Serxetê vala bikin. Walîtiyê xwestibû ku tenê heyeta Partiya Herêmî ya Demokratîk (DBP) li gund nobet bigire. Piştî biryara walîtiyê ji gundiyan re hat ragihandin û şûnde welatiyên li ser sînor nobete digirin li gel welatiyên gund, di navbera gundan de nobet girtin. Ewil endamên çeteyên daîşê bi topên hawanê êrîşî welatiyên li ser sînor kirin, piştre leşkeran mudawaleyî girsê kir. Leşker û polîsên ku çûn gund bêyî hişyariyê bikin bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kirin. Hat zanîn ku polîsan welatî kirin hedef û bombeyên gazê avêtin nava girsê. Hat diyarkirin ku welatiyên ketin nava gund û di nava gund de asê man, ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin. Hin welatiyên ku di mala xwe de mane jî diyar kirin ku ew dê xanî û gundê xwe terk nekin.
(zt)

