Ketina Pirsusê hat qedexekirin
18:02
JINHA
RIHA – Bi rojane bi boneya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê bên rakirin li gundên ser sînor yên Pirsusê welatiyan xwe kirine mertal û çalakiya xwe ya nobetê berdewam dikin. Welatiyên di çalakiyê de rastî mudaxeleya polîs û leşkeran tên. Ketin û derketina navçeyê hatiye qedexekirin ji aliyê polîsan ve û polîsan li wê barîqat çêkirine. Welatiyên ne ji navçeyêbin nahêlin bikevin hindirê navçeyê. Leşker jî tu bersivê nadin nêzî 10 topên ku bi gundê Etmanikê ketine. Rêbaza angajman li hemberî çeteyan bi kar nayînin. Hat zanîn ku polîsên rêya Pirsusê girtine heya bi wesayîtên nexweşan jî lêgerînê dikin.
(zt)
