YPG li girê Miştenûrê berxwedana dîrokî dimeşine
18:05
JINHA
KOBANÊ- Li Kobanê berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Hêzên YPG'ê di 3 rojên dawî de li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên bi tanq top û çekên giran berxwedana dîrokî dimeşîne. Şerê giran bi taybetî li Başûr heta girê Miştenûrê li 50 nokteyên cuda li dijî DAÎŞ'ê tedikoşin. Di şer de heta niha herî kêm 70 endamên çeteyan hatin kuştin.
Li Kobanê şerê YPG-YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Bi taybetî di 3 rojên dawî de êrîşên DAÎŞ'ê yên li hemberî Kobanê zêde Di rojên dawî de DAÎŞ'ê li dijî girê Miştenûrê 5 êrîşên mezin pêk anîn. YPG'ê bersiv da DAÎŞ'ê û êrîşên wan şikandin. Şerê giran bi taybetî li Başûr heta girê Miştenûrê li 50 nokteyên cuda li dijî DAÎŞ'ê tedikoşin. Di şer de heta niha herî kêm 70 endamên çeteyan hatin kuştin. Şer bi awayekî dijwar didome û gelê Kobanî û YPG-YPJ di ber xwe dide.
(zt)
