Salih Muslim: Divê her kes xwedî li Kobanê derkeve

08:25

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê bi dijwarî dom dikin û pevçûn gihîştine taxên qeraxa bajar. Salih bal kişand ku wan hemû raya giştî ya cîhanê agahdar kiriye, lê tu tiştek nehatiye kirin û banga lezgîn li hêzên navnetewî kir. Salih her wiha banga; “Kî wê çi bike bila niha bike” li gelê kurd kir.


Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê êrîşên çeteyan ên ser Kobanê de nirxandin kir. Salih Muslim bibîr xist ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kantona Kobanê didomin û got ku pevçûn gihîştine taxên qeraxa bajêr. Salih anî ziman ku çete bi çekên giran êrîşî bajar dikin û wiha dom kir: “YPG, YPJ û gelê Kobanê bi baweriyek mezin li hemberî van êrîşan li ber xwe dide. Gelê me di nava fedakarî û berxwedaniyek mezin de ye. Divê herkes vê berxwedanê bibîne û xwedî li Kobanî derkeve.”


‘Niha ser Kobanê konseptere navnetewî heye’


Salih da zanîn ku gelê kurd bi komkujiyan re rû bi rû ye û ev tişt gotin: “Di vê serdema ku em tê de jiyan dikin de, gelê me bi komkujiyan re rû bi rû ye, lê cîhan hemû weke li hev kirine, bêdeng e. Her tişt deqîqe bi deqîqe li ber çavên wan tê kirin. Tu kes tiştekî nake. Em çek dixwazin, lê bi pere jî nadin. Niha li ser Kobanê konseptere navnetewî heye.”


‘Divê kurd li her derê rabin ser piyan’


Salih Muslim êrîşên leşkerên dewleta tirk ên li hemberî welatiyên ser sînorê Kobanê jî şermezar kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatî xizmên xwe yên li wî alî meraq dikin, loma diherikin ser sînor. Lê bi awayekî hovane bi çek û gazê êrîşî wan dikin. Fuzeyên DAIŞ’ê dikevin vî alî, mirov dimirin, lê hîn jî têkiliya bi DAIŞ’ê re heye.


‘Bila gelê me li her derê rabe ser piyan’


Salih bal kişand ku wan hemû sazî û hêzên navnetewî derbarê Kobanê de agahdar kirine, lê tu kesî tiştek nekiriye û wiha dom kir: “Hemû hêzên ku me pê re hevdîtin pêk aniye gotin, ‘hun mafdar in’. Lê tu kes dengê xwe dernaxîne. Amerîkayê jî li derdora Kobanê hinek mewziyên DAIŞ’yê bombebaran kirin. Lê ev têrî nakin. Amerîka cidî nîn e, ger ku cidî bûya, ev wisa nedibû, wê di demeke kurd de çete paşve bihatana ajotin.”


Salih Muslim ji gelê kurd jî xwest ku çalakiyên xwe zêdetir bikin û ev bang kir: “Kî wê çi bike bila niha bike. Bila gelê me li her derê rabe ser piyan.”


(zt)