Ji bo aştiyê konferansa jinên Tirkiyeyê tê lidarxistin
17:28
JINHA
STENBOL – Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan bo demokrasi, civakeke wekhev û aştiyeke mayinde li Stenbolê bi navê ‘Ji bo aştiyê konferansa jinan’ organize dike.
Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan nêzî 4 sal in li gelek bajaran ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk xebatan dike. Jinan bi dirûşma ‘Di pêvajoya Muzakerayan de em jî hene’ xebatên atolyeyan dan meşandin û herî dawiyê jinên ku li Tirkiyeyê dijîn re konferansek li dar dixe. Hewldana jinan, bi daxuyaniyek nivîskî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gotinên jinan jî hene. Jinan wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Emê dê konferansa xwe de tecrûbeyên bi salan nîqaş bikin. Rol û mîsyona jinê bînin ziman. Li ser vê esasî em bang li hemû jinan dikin ku bila tevli konferansa me bibin.”
Konferansa jinan dê 4’ê gulanê li Zanîngeha Bogazîçiyê li salona konferansê ya rektoriyê bê lidarxistin. Konferans dê rojek bidome û saet 10.00’an de dest pê bike.
(la)

