YPG: Rêhebala me Arîn bi çalakiya xwe baskên çeteyan şikandiye

09:05

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên ku îro li 50 noqteyên Miştenûrê û 2 taxên li qontara Miştenûrê de 74 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku di vê berxwedanê 15 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de şervana bi navê Arîn Mîrkan çalakiya fedayî lidar xistiye. Navendê got: “Ev cesaret, fedakarî û dilsoziya ku rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe daniye holê, helwesta berxwedanê ya hemû şervanên me yên YPG û YPJ’yê ye. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwsît bike wê bibin Arîn, lê destûr nayê dayîn ku ev êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bigihîjin armanca xwe.”


Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên duh piştî nîvro li başur û rojhilatê Kobanê li taxên Megtel û Botan ên li qontara girê Miştenûrê û tevahiya girê Miştenûrê li 50 noteyan bi dijwarî hatin jiyandin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û şervanek YPJ’ê jî çalakiyek fedayî lidar xistiye.


 ‘Pevçûnên gelekî dijwar û sing bi sing tên jiyandin’


Daxuyaniya ku nasnameya şervana YPJ’ê jî hate eşkerekirin wiha ye: “Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin û ketine roja 20’an, hêzên me bi îradeyek ji pola liberxwe dide. Duh ji saetên serê sibehê ve li 50 noqteyên cuda ku navenda wan taxên Megtel û Botan ên li başur û rojhilatê Kobanê ne, pevçûnên gelekî dijwar û sing bi sing tên jiyandin. Di van pevçûnan de 74 çeteyên ku hatine tespîtkirin, hatine kuştin. 


Di pevçûnan de 15 rêhevalên me ji bo ku ketina çeteyan a Kobanê asteng bikin bi fedakarî, cesaretek mezin nîşan dane, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.


Van 15 rêhevalên me li dijî çeteyên ku bi hemû hêza xwe êrîş dikin, berxwedanek dîrokî nîşan dane. Di nava van rêhevalên me de rêhevala me Arîn jî li dijî êrîşên çeteyan çalakiya fedayî lidar xistiye. Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine.


Ev cesaret, fedakarî û dilsoziya ku rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe daniye holê, helwesta berxwedanê ya hemû şervanên me yên YPG û YPJ’yê ye. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwsît bike wê bibin Arîn, lê destûr nayê dayîn ku ev êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bigihîjin armanca xwe.”


(zt)