Ji hunermendên nav kolanan ji bo zarokên Şengal û Kobanê alîkarî

09:07

Dilan Karamanoglu/ JINHA


STENBOL – Kampanyeya alîkariya dilxwaz ya ji bo zarokên Kobanê û Şengalê di Medyaya Civakî de hatî despêkirin hunermendên kolanan jî tevlîbûn. Hunermendan bi alîkariya ku kom kirîn ji bo zarokên Şengal û Kobanê mont girtin.


Kampanyeya alîkariya dilxwaz ya ji bo zarokên Kobanê û Şengalê di Medyaya Civakî de hatî despêkirin her diçe mezin dibe. Di çarçoveya kampanyeya hatî despêkirin de li Meydana Kalkedon ya Kadikoyê Hebûn, Beremen Mizikaci û Koma muzîkê ya Simurg ji bo zarokên Şengal û Kobanê sitiran gotin. Di şahiyê de dovîzên weke “Montekê jî tu bigire” û gelek wêneyên janên wan zarokan vedibêjin hatibûn hildan. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî şahiyê dan.


‘Emê mont û botan bi alîkariya berhev bûyî bigirin û bişînin’


Ser navê Medyaya Civakiya Dilxwaz Bîrgul Tekçe diyar kir ku berî niha ji bo alîkariya mexdurên erdheja Wanê jî alîkarî kom kiribûn û niha jî ji bo zarokên Şengal û Kobanê alîkariyê komdikin. Bîrgul da zanîn ku dê bi alîkariya hatî komkirin di hefteya bê de hezar montan û yê bimîne jî bidin bi bot û bişînin û got: “Emê din ava demeke kin de alîkariyê bigihînin zarokan.”


Banga ji bo hemû hunermendên kolanan


Endamên Guruba Musîka Sîmurg ew dixwazin her kes kêm jî be hinek alîkarî bidin ji bo zivistanê germkirina zarokên Şengal û Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar mane cîh û warên xwe terikandine. Endamên gurubê anîn ziman ku dê ji bo alîkariya zarokên Şengal û Kobanê li her derê muzîka xwe pêşkêş bikin. Endamên gurubê bang li hemû hunermendên nav kolanan yên li Tirkiyê kirin ku ji bo zarokên Şengal û Kobanê muzîkê çêkin û alîkariya wan bikin.


(zt)