Dê pênûsa wan li erdê nemîne!

09:09

Melek YUKSEL/JINHA


AMED  - 7’ê Cotmehê Salvegera Şehadeta Rojnameger Gurbetelli Ersoz ya ku tevayî jiyana xwe di nava rêxistinê de derbaskirî weke Roja Rojnamegerên Jin yên Kurd hatiye îlan kirin. Jinên rojnameger diyar kirin ku ew bi kelecanek mezin wê rojê pêşewazî dikin û gotin: “Emê weke rojnamegerên jin yên kurd pênûsa Deniz Firat, Gurbetelli Ersoz, Ayfer Serçe û Apê Musa li erdê nehêlin û herdem şopdarê wan bin.”


Di 25-29’ê Îlona sala 2013’an de li Herêmên Parastina Medya yên dibin parastina gerila de bi duruşma “Emê di xeta Gurbetelli Ersoz de çapemeniya jinên azad pêşbixin û jiyana azad avabikin”  Konferansa 2’emîn ya Jinên Çapemeniyê hatibû li darxistin. Konferans bi navê 3’ê jinên şoreşger yên li Parîsê hatibûn qetilkirin hat li darxistin. Di konferansê de Yekitiya Ragihandina Jinên Kurdistan (RAJIN) hat avakirin. Di konferansê de her wiha 7’ê Cotmehê weke Roja Jinên Kurd yên Rojnameger hat îlan kirin. Edîtora Rojnameya Azadiya Welat Ziyan Karahan da zanîn ku 7’ê Cotmehê Roja Jinên Kurd yên Rojnameger bi wan re kelecanek mezin daye çêkirin û wiha got: “7’ê Cotmehê ji ber hem Roja Jinên Kurd yên Rojnamegerin û hem jî roja şehadeta jina kurd ya rojnameger Gurbetelli Ersoze ji ber wê jî ji bom e rojek giringe. Bê guman ev roj weke Roja Jinên Kurd yên Rojnameger pîroz kirin mîrasek bi nirx yê Gurbetelli Ersoze ji bom e mayî.


‘Bi saya Gurbetelliyan em gihane vê rojê’


Ziyan destnîşan kir ku heger îro qala rêxistina jinên çapemeniya kurdî tê kirin bi saya Gurbetelli Ersoz û kesayetên weke wê binirx yên ked dane û canê xwe feda kirin ye.  Ziyan anî ziman ku Gurbetelli Ersoz lingek giring yê li hemberî hêzên mêtînger yên jin tune di hesibandin weke takoşer, berxwedêr, serbilind û bi cesaret nasnameya jinan ji nû ve avakirine. Ziyan derbirî ku jinên kurd di xeta Gurbetelli de xwe bi rêxistin kirine û wiha domand: “Beriya tekoşîna Gurbetelli di çapemeniya kurdî de jinên di xebitîn ji aliyê hişmendiya mêtînger ve dihatin asteng kirin. Tekoşîn û daxwaza wê daniyî holê jinên k udi malan de dihatin hebis kirin din ava çapemeniya kurdî de cîh digirin, ji bo azadî û mafê xwe têdikoşin.”


‘Emê hişmendiya profila mexduriyetê ji bo jinan çîz kirî hilweşînin’


Ziyan derbirî ku dê weke jinên rojnameger ew hişmediya profîla mexduriyetê ji bo jinan çîz kirine hilwşînin. Ziyan bilêv kir ku dê li cihê wê di xweseriya demokratîk, civak û tevayî jiyanê de rolê jinan bidin pêş û bi vî çavî li jinan binêrin û wiha berdewam kir: “Emê di xeta Gurbetelli Ersoz, Nesrin Teke, Ayfer Serçe û Deniz Firat ya ku dem adi şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li navçeya Mexmûrê ya başurê Kurdistanê nûçe di şopand jiyana xwe ji des dayî de bimeşin û tekoşîna wan bilind bikin.”


‘Dê tekoşîna Gurbetelli bi berxwedana jinan berdewam bike’


Nûçegihana Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA) ê Melotem Oktay jî diyar kir ku bi şihadeta Gurbetelli Ersoz re bi hezaran Gurbetelli hatin gihandin û wiha got: “Dê tekoşîna Gurbetelî bi berxwedana jinan berdewam bike. Gurbetelli yek ji jinên zana yên navê xwe di berxwedana jinên kurd de navê xwe nivisiye. Gurbetelli li heberî hişmendiya mêtînger bi rêgezên jina azad îmza avêtiye binê gelek serkeftinan. Weke mînak Gurbetelli Ersoz din ava Tirkiyê de yekem Jine bûyî Gernendeya Gişti ya Weşanê. Gurbetelli nûçegihaniyek li hemberî nûçegihaniya pergalê alternatîf bû dikir. Em jinên rojnamegerên kurd di xeta Grubetelli ya ku dilê xwe bi çiyayan neqişandiye de pêş dikevin û nûçeyên jinan çêdikin. Emê weke rojnamegerên jin pênûsa Gurbetelli Ersoz, Deniz Firat û Apê Musa li erdê nehêlin û di vê tekoşîna wan ber bi pêş bibin.”


‘Gurbetelli ji bom e mîras û kevneşopiyek mezin hêlaye’


Xebatkara Gun Radyoyê Nevin Erdemir jî bibîr xist k udi salên 1990’an salên herî zêde şer dijwar û faîlên kiryar ne diyar dihatin jiyan kirin Gurbetelli Ersoz din ava kevneşopiya çapemeniya azad de cîh digirt û wiha domand: “Di wê demê de xebatkarên çapemeniya kurdiyên ku bi awayek muxalîf rojnamegerî dikirin dibûn hedefa êrîşên dewletê. Di sala 1992’an de Apê Musa û bi sedan kurdên din ava xebatên çapemeniyê de cîh girtin hatin qetilkirin. Di wan salan de êdî şansê Gurbetelli yê li bajaran de rojnamegeriyê bike nemabû. Ji ber wê jî tercîha xwe kir çiya û li wê tekoşîna xwe berdewam kir. Gurbetelli bi tekoşîna xwe mîrasek gelek mezin ji bom e jinên rojnameger hêlaye. Jinên din ava çapemeniya azad de cîh digirin divê bi tekoşîna Gurbetelli têbikoşin pirsgirêkên jinên li Tirkiyê dijîn bibînin û di vê mijarê de ji bo pêşdebirina tekoşîna jinan rol û berpirsyariyên xwe bînin cîh.”


Li Tirkiyê qala çapemeniya azad kirin gelek zore’


Xebatkara Gun TV Kubra Soylemez jî derbirî ku her dem li Tirkiyê jinên rojnameger hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê civakê ve rastî mudaxeleyan tên, ji ber wê jî li Tirkiyê qala azadiya çepemeniyê kirin gelek zore. Kubera anî ziman ku çapemeniya li hemeberî pergalê muxalîf her dem rastî êrîşan tê û wiha berdewam kir: “Dema ku hem jin be û hem jî din ava çapemeniya muxalîf de cîh bigire vêcarê rewş gelek xeter dibe. Ji ber jinên rojnameger hem ji aliyê dewletê û hem jî di aliyê civakê de rastî êrîş û mudaxeleyan tê. Li gel vê jî her roja diçe din ava çapemeniya azad de hijmara jinan zêde dibe. Di encama tekoşîna hevalên me Gurbetelli Ersoz û Deniz Firat de me gelek deskeftî bi des xwe xistine. Li Tirkiyê Ajansek ya Nûçeyan ya Jinan JINHA vebûye. Ev gavên pir mezinin û divê biçuk lê neyên nêrîn. Di çarçoveya hişmendiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan de rola jinên çapemeniyê her diçe zêde dibe.”


(zt)