Endama YPJ'ê Hêvîdar bi girseyî li Wêranşarê spartin axê
11:07
JINHA
RIHA - Endama YPJ'ê Hevîdar Ata (Bêrîtan Denîz) ku di şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li Wêranşarê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin. Dayika Hêvîdar Ata Rohanî Ata jî anî ziman ku bi keça xwe serbilind e ji bo keça wê di vê dozê de şehît ketiye pir serbilind e.
Cenazeyê Endama YPJ'ê Hevîdar Ata (Bêrîtan Denîz) ku li Kobanê di şerê li dijî DAÎŞ'ê de ji yana xwe ji dest dabû, li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi girseyî hat wergirtin. Girsê piştî cenaze wergirt, bi karwanekê birin malbata wê ya li taxa Emiroglu. Bi hezaran kesan cenaze bi siloganên "Şehid Nanirim, "Kurdistan dê ji DAÎŞ'ê re bibe goristan" pêşwazî kir. Bi dehazaran kesên li ber malbata Ata kom bûn darbesta cenaze danin ser milê xwe û heta goristana li ser rêya Serêkaniyê meşiyan. Girsê piştî cenaze spartin axê li vir rêz girtin û axaftin hatin kirin. Li ser navê girsê Nûnerê MEYA-DER'ê Eshet Diken bang li her kesî kir û xwest her kes li têkoşîna Atayan xwedî derkevin. Hevşaredara Wêranşarê Filiz Yilmaz jî bang li her kesî kir û xwest bi hawara Kobanê ve biçin. Bavê Hêvîdar Hoşnaw Ata, spasiya xwe ji girsê re anî ziman û xwest her kes li Kobanê xwedî derkevin. Dayika Hêvîdar Ata Rohanî Ata jî anî ziman ku bi keça xwe serbilind e ji bo keça wê di vê dozê de şehît ketiye pir serbilind e.
Polîsan êrîşî girsê kir
Piştî merasima cenaze girseya ku dîsa xwest ji ser goristanê heta navenda Wêranşarê bimeşin rastî êrîşa polîsan a bi ava şit hat. Ciwanan jî bi kevir û molotof kokteylan bersîv da polîsan. Piştî ciwan di nava kolanan de belav bûn bûyer bi dawî bûn.
(zt)

