'Li dijî Koletiyê divê her kes berxwedana Kobanê bihêz bikin'
11:45
Nurcan Yalçın / JINHA
AMED – Li Kobanê şervanên YPG û YPJ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê destanan dinivîsînin. Bi tayîbetî jî tekoşîna jinên YPJ’ê di nava civakê de kesîmên cuda gelek bandor dike û gelek kesîmên civakî berxwedana wan pîroz dibînin. Xwendekara Zanîngeha Bogaziçiyê Teoman Erdemir diyar kir ku her dem ji aliyê serdestan ve din ava civakê de jin hatine kole kirin û got: “Ji ber wê jî ji bo bilindkirina berxwedana Kobanê divê çî ji destê kê tê bikin.”
Êrîşên dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê berdewam dikin. Li hemberî van êrîşên qirkirinê bêdeng mayîna Tirkiye û tevahî cîhanê din ava kesîmên civakî de dibe sedema nerazîbûnan. Welatiyan nerazîbûn nîşanî alîkarî dayîna DAIŞ’ê ya tirkan dan û ji bo berxewdana Kobanê pişgiriya xwe anîn ziman. Bi tayîbetî jî welatiyan dan diyar kirin divê jin li heberî êrîşên çeteyan yên hovane derkevin û berxwedana jinên Kobanê pîroz kirin.
‘Em di sala 2014’an û sed sala 21’an de hîna van êrîşên hovane dijîn’
Jina Elman ya bi navê Alise Brehman ya ku ji Elmanyayê hatî Amedê jî da zanîn ku divê hemû jinên cîhanê li hemberî van êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê rabin ser lingan. Alise destnîşan kir ku divê jin di medyayên civakî de çalakiyan bikin, dakevin kolanan û li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê hemû rêyên çalakiyan biceribînin û wiha got: “Hovîtiya DAIŞ’ê ne beraqile û tuştên dikin nayê pejirandin. Heger Kobanê bi destê DAIŞ’ê bikeve ev ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû mirovahiyê talokeyek mezine. Divê piştevanî tenê di gotinan de nebe û her kes bi rastî alîkarî bidin Kobanê. Ez ji van tuştên tên kirin bawernakim. Em di sala 2014’an de û di sed sala 21’an de hîna van êrîşên hovane dijîn. Çim ali hemberî van kirinan evqasî hemû cîhan bêdenge ez vê tênagihim. Tuşta ku DAIŞ dike kaose.”
Alise tekoşîna jinên Kobanê bi rêzdarî silav kir û anî ziman ku jinên li wê şer dikin gelek bi cesaretin û wiha domand: “Ez berxwedana jinên Kobanê pîroz dibînim. Ez hemû jinên li wê şer dikin û tekoşînê didin pîroz dikim û bi heyîranbûnek mezin cesaretê ji wan digirim. Divê hemû jinên cîhanê li hemberî van rewşan rabin ser lingan.”
‘Şoreşa Kobanê şoreşa jinane’
Hunermend Raperîn jî balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di kesayeta gelê Kobanê de ser hemû kurdan berdewam dike û wiha axivî: “Em gelek bi salane ji ber şer me çavê xwe venekiriye. Em êrîşên DAIŞ’ê şermezar dikin û heya dawiyê emê tekoşîna xwe bilind bikin. Bi tayîbetî jî em berxwedana gelê sivîl ya li hember çeteyan pîroz dikin.”
‘Divê her kes çî ji destê wan bê bikin’
Xwendekara Zanîngeha Bogaziçiyê Teoman Erdemir jî bibîr xisti k udi dîrokê de hêzên serdest her dem xwestine jinan kole bikin û niha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê jî di heman çarçoveyê de nirxandi û wiha dom kir: “Ji bo jin carekedin nebin kole divê ji bo serketina Kobanê bikevin nava tevgerê û Kobanê bi ser bikeve. Ji ber wê jî niha çî ji destê kê tê divê ji bo Kobanê bikin.” Teoman anî ziman ku dê tucarî Kobanê nekeve û wiha berdewam kir: “Ez heya dawiyê Kobanê û gelê Kobanê pîroz dikin û dê Kobanê bi ser bikeve.”
(zt)

