Top û guleyên çeteyan bi ser Pirsûsê de dibarin

12:06

JINHA


RIHA - Ev çend rojên fuze û topên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Etmankê dikevin, vê carê wesayîta welatiyan ji hêla çeteyan ve hate gulebarankirin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrîşî Kobanê dikin, li aliyê din jî top û guleyan bi ser welatiyên li ser sînor nobetê digirin dibarînin. Gundê Etmankê ku di seatên nîvro de guleya topê li malekê ket û fuzeyek li dikanekê ket, niha jî gelek wesayît ji hêla çteyan ve hatin gulebarankirin. Di vê gulebaranê de mirî û birîndar çênebû, li wesayîtan zirara madî çêbû.

(zt)