Çeteyên dixwazin bikevin Kobanê xwe li ber berxwedanê nagirin

13:03

JINHA


KOBANÊ– Çeteyên DAIŞ’ê ku dixwazin ji aliyê rojhilat ve bikevin nava Kobanê, rastî berxwedanek tund a şervanên YPG/YPJ’ê tên. Çeteyên ku tevî çekên xwe yên giran jî nikarin pêş bikevin, neçar dimînin ku paşve birevin.


Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji eniya şer ragihandine, çeteyên DAIŞ’ê yên ku duh windahiyên mezin dan, êrîşên xwe didomînin. Lê nikarin pêş bikevin û gelek ji wan tên kuştin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên li eniya rojhilat dane nûçegihana ANHA’yê, komek çeteyan şevêdin xwestin bikevin bajar û li xaniyek li rex bajar bicîh bûn. Lê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hedef hatin girtin û di encama teqînê de gelek çete di avahî de hatin kuştin.


Di saetên serê sibehê de jî êrîşên çeteyan li rojhilat û başûrê Kobanê gelekî dijwar bûn. Li rojhilat çete dixwazin bi çekên giran bikevin nava bajar, lê rastî berxwedana tund tên. Çeteyên ku nikarin pêş bikevin û tengav dibin, neçar dimînin ku paşve birevin.


Hate ragihandin ku li eniya başûr jî şer û pevçûn di van saetan de dijwar bûne û didomin.


(zt)