Ji bo Havva Keser konê sersaxiyê hate vedan
14:34
JINHA
EDENE - Ji bo xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Havva Keser li taxa Yakapinar a navçeya Yuregîrê konê sersaxiyê hate vedan.
Ji bo xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Havva Keser a ku serê sibê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li taxa Yakapinar a navçeya Yuregîrê ya Edene konê sersaxiyê hate vedan. Piştî kon hate vedan malbat sersaxiyan qebûl dike.
Gelek welatiyan konê sersaxiyê ziyaret kirin û xwestin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî merasîma cenaze bibe. Ji bo karên cenazen li benda peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in. Serê sibê Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Ocalan re pêk bîne çû Girava Îmraliyê.
(zt)
