KJK: Ji ber wefata Dayîka Hawa ya nirxê mirovahiyê jîndar dikir em xemgînin
15:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê li ser wefata Hawa Keser xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew êşa Rêberê xwe û tevahiya malbatê parve dikin.
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) der barê wefata Hawa Keser xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyona KJK'ê di peyama xwe de diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin bi wefata Dayika Hawa hesiyane ku di pêşketina kesayetiya şoreşa a Rêberê Gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û got, "Di pêşketina Kurdistana Azad û Gelê Kurd de, di rizgarkirina jinên Kurd ji rewşa tê debû de, xwika Rêberê me xwedî cihekî girîng e. Emrekî bi êşên giran, gava xwe bispêre parastina nirxên mirovahiyê, dibe jiyana herî esîl. Di avakirina têkoşîna me ya Jinên Kurdistanê yên Azad de, di afirandina jina têkoşer de, para vîna berxwedêr a fedayî ya jinê ya mîna Ş. Arîn a bi ruhê azadî û welatparêziyê, gelekî girîng e."
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku ew êş û xemgîniya windakirina Dayika Hawa bi Rêbertiya xwe û tevahiya malbatê re parve dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber wefata Dayika Hawa ya nirxên mirovahiyê jîndar kir, em ji gelê Kurdistanê û jinan re sersaxiyê dixwazin."
(zt)

