Fermandariya YPJ: Jinê hîn peyve xwe ya dawî negotiye
15:48
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê destnîşan kir ku çalakiya fedayî ya yek ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mirkan , cewherê berxwedana li Kobanê û hemû herêman e û got: “Bila hêzên tarî û alîgirên wan bizanibin ku ne YPG û ne jî YPJ’ê hîn peyva xwe ya dawî negotiye.” Fermandariyê bang li hemû jinan jî kir ku cihê xwe di berxwedanê de bigirin.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê çalakiya yek ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mirkan ku duh li Kobanê li dijî çeteyan lidar xistibû de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin wiha ye: “Berxwedana gel û yekîneyên me li kobanê di asta herî bilin de berdewame . Yekîneyên me ev 2 sal û nîvin li dijî êrîşên hovane yên hêzên tarî ku dÛrî cewherê mirovatî û nirxên mirovahî yê ne li ber xwe didin.
Berxwdana Kantona Kobanê ya ku 22 roj e dewam dike, carekî din îsbat kir ku îrade, cesaret û ronahiya armancan wekî ronahiya rojê wê biser bikeve. Berxwedana Kobanê berxwedaneke ku wê dîrok nikaribe mafê nivîsandinê bidê ye. Rêheval Arîn a ku li Kobanê berxwedaneke bêhempa nîşan da, cewherê berxwedana li Kobanê û hemû herêman e . Bû ronahiya ku ji her kesî re were diyarkirin ku jinên kurd di nav yekîneyên me de bi rêxistin kirîne û girêdana wan bi axa xwe re û gelê xwe re heta dilopa xwîna xwe ya dawî ye.
Şehîd Arîn bi hemû taybetmendiyên xwe, di hemû qadên şer de dibû pêşeng û ji hemû hevalên xwe re dibû çavkaniya hêz û baweriyê. Bi rûkenî û ruhê berpirsyartiya xwe ya ji bo parastin û pêşengtiyê, ji bo hemû derdoran çavkaniya zanebûnê bû. Berxwedana ku rêhevala me Arîn da meşandin, bû çavkaniya hêz û îradeyek mezin ji bo tevahî berxwedana Kobanê. Bila her kesê ku dixwaze nêzî bihostek ji axa me bibe bizanibe ku wê yekîneyên me bibin bersiv û berxwedaneke bêhempe bidin meşandin . Ronahiya berxwedana me wê tariyê ronahî bike û mînaka wê li Kobanê tê meşandin. Bila hêzên tarî û alîgirên wan bizanibin ku ne YPG û ne jî YPJ’ê hîn peyva xwe ya dawî negotiye.
Em wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza xwe ya tolhildanê ku me li hemberî gel, welat û şehîdan daye, nû dikin û em bang li hemû jinên cihanê û bi taybet jinên Suriyê dikin ku cihê xwe di vê berxwdanê de bigirin da ku para wan di berxwedana kurd û hemû gelan de hebe.”
(zt)

