Di Fîlmamedê de ji bo bîranîna Roboskiyê 34 belgefîlm tên nîşandan

13:16

JINHA

AMED – Di Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamed de, 18 belgefîlmên ku ji aliyê juriyan ve destpêkê hatine bijartin û 34 belgefîlm dê ji bo bîranîna 34 kesên li Roboskiyê bi bombebarana balafirên şer hatin qetilkirin, bên nîşandan.


Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamed ku îsal cara duyemîn e tê lidarxistin, bi bernameyeke şevê destpê kir. Di mîhrîcanê de, 18 belgefîlmên ku beriya mîhrîcanê ji aliyê juriyan ve hatine bijartin, dê bên nîşandan. Her wiha, 34 belgefîlm jî, ji bo bîranîna 34 kesên li Roboskiyê bi bombebarana balafirên şer hatin qetilkirin, dê bên nîşandan. Mîhrîcana ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve tê lidarxistin, bi çalekiyeke li Salona Sînemayê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn destpê kir. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, hunermend û bi sedan sînemahez tevlî şevê bûn. Di bernameya ku bi rêzgirtinê destpê kir de Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag axivî û got: “Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ku em îsal cara duyemîn e li dar dixin, dê bibe parçeyeke girîng ê çandî û hunerî yê bajarê me. Em gelek kêfxweş in ku derhênerên ji Tirkiyê, çar parçeyên ku kurd lê dijîn û Ewropayê hatine hatine û ji bo xweşkirina jiyanê, ji bo jiyaneke wekhev û bi hev re, cîhaneke bê şer û kedxwarî têdikoşin, di vê mîhrîcanê de anîne cem hev. Mîhrîcana Belgefîlman a Amedê, di salên pêş de jî dê bibe yek ji mîhrîcanên sînemayê yên herî hunerî. Em ji bo hemû kesên ku ked dane, spasiyên xwe pêşkêş dikin.”

Mîhrîcan dê balê bikşîne ser Roboskiyê!

Dîrektorê Mîhrîcanê Îlham Bakir ê ku piştre mafê axaftinê girt jî, wiha got: "Ji bo beşa pêşbaziyê ya Mîhrîcana Belgefîlman, 62 fîlman serî li me dan. Juriya pêşîn, di navbera 28'ê nîsanê û 6'ê gulanê de kom bû. Juriyê biryar da ku ji van 62 fîlman, 18 fîlm beşdarî mîhrîcanê bibin. Lê di mîhrîcanê de, 34 belgefîlm jî, dê ji bo bîranîna 34 gundiyên li Roboskiyê bi bombeyên balafirên şer hatin qetilkirin û cenazeyên wan li hêstiran hatin barkirin, bên nîşandan.”

Piştî axaftinan, ekîba erbaneyê û ekîba lîstikên gel ên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê derketin ser dikê. Şev, bi resepsiyonê û nîşandana belgefîlma 'Dengê Derî' bidawî bû. Fîlm, di navbera 20'ê gulanê û 26'ê gulanê de dê li Navenda Çanda Cegerxwînê bên nîşandan. Piştre, dê belgefîlmên ku biserkevin, bi merasîmeke bêne xelatkirin.

(hp/xo)