YPG: Li girê Miştenûr û rojavayê Kobanê êrîşên çeteyan hatin şikandin
15:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên dijwar li hersê eniyên Kobanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Li gorî agahyên hatîne tespît kirin di şer û pevçûnan de 10 çete hatine kuştin, 2 tirimpêlên çeteyan hate rûxandin.
Navenda çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li girê Miştenûr û rojavayê Kobanê êrîşên çeteyan şikandine û neçar mane paşde vekişin. Li gorî YPG’ê di malpera xwe ya fermî de weşandin wiha ye: “ Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin, di roja 21'an de jî dewam dikin. Komên çete ji sê aliyan ve bajêr topbaran dikin û dixwazin bikevin navendê. Li ser bersiva şervanên me, li eniyên rojhilat û başûr, li taxên Megtel û Botan şerê dijwar, sing bi sing dewam dike.
Komên çete şevê din ji aliyê girê Miştenûr, ji du aliyan ve êrîş kirin û hewldan bikevin bajêr. Pistî bersiva tund a şervanên me, pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Li vê herêmê heta niha şer dewam dike. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehatiye zelalkirin.
Çeteyan li eniya Rojava jî, ji sê aliyan ve êrîş kirin û piştî lêdana şervanên me derbên giran xwarin û neçar man paşve vekişin. Li vê herêmê jî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Li eniya rojhilata jî çeteyan di saetên şevê de, bi wesayitek bombebarkirî êrîş kirin. Hêzên me jî beriya ku wesayit bigihîje xeta parastinê rûxandin û 2 çete hatine kuştin.
Komên çete di saetên sibehê de li herêma Kaniya Kurdan ji sê aliyan ve dîsa êrîş kirine. Êrîşa çeteyan hatin têk birin û şerê lê vê herêmê dewam dike. Qasî ku hatine tespîtkirin 8 çete hatine kuştin. Hêzên me li eniya Rojhilat, ji paşve ketine çeperên çeteyan û çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de wesayitek tevî çeteyên ku têde bûn hate rûxandin. Hejmara kuştiyan nehat zelalkirin.”
(zt)

