Dê ji Parlemana Herêma Kurdistanê şandeyek biçe Kobanê
16:54
JINHA
SILÊMANÎ - Serokê fraksyona Tevgera Goran li parlamentoya Herêma Kurdistanê Rabûn Marûf diyar kir ku biryare sibe şandeke parlamentoya Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kobanê bikin û ji nêz ve rewşa bizane. Rabûn da zanîn ku di nava wê şandê de parlamenterên hemû fraksyonan hene.
Duh fraksyona Tevgera Goran li parlamentoya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji parlamentoya Herêma Kurdistanê kir ku rûniştekî taybet li ser rewşa Kobanê lidarbixe. Di vê derbarê Rabûn Marûf wiha got: “Me çend daxwaz kirine. Yek ji wan jî me daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê û tevayî rojavayê Kurdistanê di warê siyasî, dîplomasî û leşkerî de zêdetir bikin. Herwiha me daxwaz ji hêzên hevpeymanî yên li dijî DAIŞ kiriye, çawa piştgiriya başûr dikin; bi wî awayî piştgiriya rojavayê Kurdistanê jî bikin. Xala sêyemîn jî me daxwaz ji serokê parlamentoyê kiriye ku rûniştinekî taybet li ser rewşa Kobanê were lidarxistin.”
Serokê fraksyona Tevgera Goran yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê serdana şanda Parlametnoya Kurdistanê ya ku serdana bajarê Kobanê bike de wiha got: “Biryare sibe şandek ji fraksyonên cûda yên parlamentoya Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê bikin. Lê hê jî hemû karûbarên yasayî temam nebûne û hê jî ne diyare wê sibe bikarin serdana Kobanê bikin an na. Şande ji 9 kesan pêktê û di navê de ji hemû partiyan parlementer hen.”
(zt)

