Li Qoserê polîsan mudaxeleyî meşa ji bo Kobanê kirin
17:20
JINHA
MÊRDÎN – Welatiyên kul i Qoserê hatin bahev û ji bo perotesto kirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser herêma Kobanê li fîqê xistin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Welatiyan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiva polîsan dan.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di roja 21’emîn de ser Kantona Kobanê berdewam dike. Li Meydana Azadiyê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hezaran welatî hatin bahev ji bo pirsotestokirina êrîşên çeteyan yên ser Kobanê li fîzê û tenekeyan xistin. Din ava çalakvanan de rêxstina DBP’ê ya Qoserê, TUHAD-DER, MEYA-DER û Hevşaredarên Qoserê Îsmaîl Asî û Leyla Salman jî di navê de bi hezaran kes amade bûn. Çalakvanan li fîzê û tenekeyan xistin û zincîra mirovahiyê çêkirin. Polîsan bi ava şid û gaza îsotan mudaxeleyî girseyê kirin. Girseyê jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan.
Rageşî li Meydana Azadiyê, ser Rêya Îpek û nava kolanan berdewam dike.
(zt)

