‘Her der Taksîm her der berxwendan e’

16:47

 


JINHA


AMED – Li bajarên Tirkiye û herêmê bi hezaran kedkar 1’ê Gulanê pêşwazî kir û daxwazên xwe anîn ziman. Li Stenbolê kedkar rastî mudaxeleya tund a polîsan hat. Li Amedê jî bi hezaran kedkar dirûşma ‘Her der Taksîm her der berxwendan e’ berz kirin û xwestin ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin.


Li bajarên Tirkiye û herêmê bi hezaran kedkar 1’ê Gulanê pîroz kir û daxwazên xwe anîn ziman. Piştî Waliyê Stenbolê Qada Taksîmê ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re qedexe kir li Stenbolê rewşeke awarte derket holê. Ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve seferên, vapur, metro, metrobus, tramvay hatin rawestandin û gelek kolan ji trafîkê re hatin girtin. Li ser banga sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî kom di serî de li Şîşlî û Beşîktaşê nêzî Taksîmê kom bûn. Lê kom rastî mudaxeleya polîsan a bi tund hat.


‘Çareseriya bi rizgariya demokratîk pêkan e’


Li Amedê jî bi tevlibûna bi hezaran kedkaran bi navê ‘Çareseriya bi rizgariya demokratîk pêkan e’ li Qada Îstasyonê mîtîng hat lidarxistin. Karkeran û xwestin ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin. Di mitîngê de dema peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Di mitîngê de sloganên wekî "Her der Taksîm her der berxwendan" hat berzkirin û mudaxeleya polîsan a ku li Stenbolê hatî hat şermezarkirin. BDP, KCD, ESP, EMEP, HDK, OSP, Partîzan, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Hewildana 78'an, Platforma Şaxên KESK'ê, Kekse sor LGBT, DUO-DER, MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-FED, DÎSK, TMMOB, Turk-Îş û gelek saziyên din ên sivîl tevli mitîngê bûn.


‘Berxwedan sînor derbas kiriye’


Di mîtîngê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku ji 1'ê Gulanê re şandî ji aliyê Seroka SES ya Amedê ve hate xwendin Hulya Alokmen ve hate xwendin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Xaleke hevpar a yên ku radibin ser piyan, yên ji bo rûmeta xwe têdikoşin, yên li bajaran qadan tije dikin heye: Hêvî.  Heta roja îro ferzkariya modernîteya kapîtalîst her tim xwestiye li vê aliyê me yê hêvîdar bixe û bike hedef. Ji bo gelek hêvî tu carî nebûye tiştek wisa ku li dûrahiyê lê bigerin. Gelê me ji mêj ve bi berxwedana xwe sînoran derbas kiriye, ji Meksîka heta Tehrîrê, di gelek berxwedanên cîhanê de gel xala xwe ya hevpar ango hêvî di xwe de dîtine. Îro di roja 1’ê Gulanê de peyama herî girîng ku divê bê dayîn dibe pêbaweriya me ya bi jiyana bi hev re û bi rûmet, aştiyê be. Ji ber ku raborî û serhatiyên berê nîşanî me hemûyan daye ku dewletperestî, civakên elîtîst ên ku kêmarên vê cîhanê ne, em jî piranîbûna xwe bi gotin û çalakiya xwe bidin nîşandan.


‘Bi kedeke hevpar guhertin’


Bersiva rêxistina me ya ji bo vê silava ku daye têkoşîna wekhevî û aştiyê ya gelê kurd li cîhanê, dê ji rizgarkirina erdnîgariya me ya ji destê elîtên modernîteyeke demokratîk û wekhev rizgar bikin û ji nû ve ava bikin. Weke di hemû qonaxên dîrokê de, li hemû parzemînên cîhanê, li hemû welatan her derbeya ku li kedkaran dikeve, me hemûyan bi hemû şîdetê birîndar dikin. Têkoşîna me ya polîtîk a demdirêj nîşaneya wê yekê ye ka çawa dikarin çarenûsa gelekî bi hiş û kedeke hevpar bidin guhertin.


‘Bi ruhê berxwedêr 1’ê Gulanê slav dikim’


Ji ber rewşa min a niha, ez nikarim îro di nava we de bim, ne ku serhildana tu kurdekî ji ya we cûda ye, berevajiyê vê yekê, ev yek nîşaneya neçariya bihevrebûna hemû tevgerên siyasî yên alîgirên kedran û girseyên kedkaran e. Rêbaza herî bi rûmet a bidawîkirina dîroka qirkirin, netew-dewlet û qirkirinan bihevrebûn û di qadeke berfireh de bi awayeke azad hevparkirina ramanan e. Ez bi bîr dixim ku di têkoşîna li dijî hemû nijadperestî, şert û mercên xebatên zayendî, ji mafên penaberan re rêyeke dirêj heye û ez we yên ku bûne dildarê ji binî ve guhertina dîroka kevnar a qirkirin, komkujî, kapîtalîzm û netew-dewletê û ji nû ve nivîsandina dîrokê bi ruhê berxwedêr ê 1’ê Gulanê silav dikim."


‘Karker û kedkar kî/kê?’


nePiştî peyama Ocalan hat xwendin Berdevkê Demê yê Platformên Şaxên KESK'ê Medenî Alpkaya axaftina vekirinê kir û wiha axivî: “Peyvên kedkar û karker tê wateya tepisandin û xebatê. Karker û kedkar kî ne? Xizaniyên Amedî ne. Karker û kedkar kî ne? Jinên li malan bê pere dixebitin in, girtiyên siyasî ne. Kedkarê herî mezin avahîsazê siyaseta demokratîk Birêz Ocalan e."


‘Berxwedan jiyan e’


Li ser navê Turk-Îş'ê Serokê 1'emîn Şaxa Tes-Îş'ê ALî Oncu jî axivî û wiha got: "Îro 1'ê Gulanê ye. Îro Newroza kedê ye." Li ser navê DÎSK'ê Serokê Daîreya Rêxistinbûna Genel-Îş'ê Remzî Çalişkan jî axivî û wiha got: "Ez kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de gotin 'Berxwendan jiyan e' silav dikim. Divê hemû kes bi hestiyar be û zirarê nede vê pêvajoyê."


‘Ji bo jiyaneke azad’


Parlementera BDP'ê Emîne Ayan jî li ser navê KCD'ê axivî û wiha got: "Ked pêşeroja jiyanê ye. Em ji bo jiyanekî azad berxwedidin. Gelê kurd bi israr dibêjin 'bila siyaseta demokratîk bikin' Bêyî PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siyaseta demokratîk çênabe."


Serokê Odeya Avahîsazên Amedê Necatî Pîrînççîoglu, Serokê Odeya Tabîban ê Amedê Kemal Karataş, Berdevka Meclîsa HDK'ê ya Amedê Zelal Bîlgîn, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî axaftinên kin kirin û xwestin ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin. Piştî axaftina guhdariya mûzîkê mitîng dawî bû.


(la)