Jinên Colemêrgê ava newalan bikartînin

09:29

JINHA


COLEMÊRG – Li gundê Uzumcu yê girêdayî Colemêrgê jin ji bo avê pir xerc nekin di newalan de karê xwe yên weke şuştina mehfuran dikin. Jinên kul i ber newalên ji ava Zapê de herikin mehfurên xwe dişon hem karê xwe dikin û hem jî li ber mangalan keyîfê û sohbetan dikin.


Li gundê Uzumcu yê girêdayî Colemêrgê jin ji bo avê pir xerc nekin di newalan de karê xwe yên weke şuştina mehfuran dikin. Jinên kul i ber newalên ji ava Zapê herikin mehfurên xwe dişon hem karê xwe dikin û hem jî li ber mangalan keyîfê û sohbetan dikin. Jinên di wê newalê de mehfuran dişon bala kesên di wan rêyan re derbaz dibin jî dikişînin ser xwe. Ji jinên di newalê de mehfuran dişon Meryem Sevih diyar kir ku ji bo din ava bajêr de avê pir xerc nekin diçin ser newalê mehfuran dişon.


‘Ji çavkaniyên ava xwezayî sudê digirin’


Meryem anî ziman ku ew ji çavkaniyên ava xwezayî sudê digirin û got: “Hem ji bo em pir avê xerc nekin û hem jî ji ber em li bajar gelek tengasiyên avê dibînin em li vêderê karê xwe dikin. Bila mirov gelek avê xerc nekin û weke me ji çavkaniyên ava xwezayî sudê bigirin û karê xwe bikin.”


(zt)