Çalakiyên ji bo Kobanê heya serê sibê berdewam kirin
09:58
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê bajarên kurdan û metrepolên Tirkiyê şevêdinê heya serê sibê li kolanan di çalakiyan debûn. Li Edeneyê qehwexaneyek ya ku ayîdê kurdekê bû hat gulebaran kirin.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê bajarên kurdan û metrepolên Tirkiyê şevêdinê heya serê sibê li kolanan di çalakiyan debûn. Lig elek bajarên weke Amed, Wan, Şirnex, Êlih, Colemêrg, Sêrt, Riha, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr û gelek bajarên dinê tevahiya şevê çalakiyan berdewam kirin. Di çalakiyan de duruşmên weke “Bijî berxwedana Kobanê” hatin bilind kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî welatiyan dikirin, welatiyan jî bi keviran bersiv didan polîsan. Welatiyên Lîcê jî bi çekan daketin kolanan û parastina xwe kirin. Lig elek bajarên weke Stenbol û Şirnexê jî welatiyên daketin kolanan agir bi wesayîtên zirxî xistin. Welatiyên ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê protesto dikirin agir berdan gelek bînayan û camên navendên kirîn û firotinê anîn xar. Navendên bazarê yên BÎM û A-100 hatin şewitandin.
Li Edeneyê jî çalakiyan heya derengiya şevê berdewam kir û qehwexaneyek hat gulebaran kirin. Qehwexaneya ku hat zanîn ayîdê kurdkê ye ya li bajaroka Kuçukdikiliyê hat gulebaran kirin. 3 kes hatin birîndar kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Di 1’ê cotmehê de jî komek ya alîgirên DAIŞ’ê bûn li heman cihî êrîş kiribûn.
(zt)

