Sekna ser sînor heta serê sibê berdewam kir
10:02
JINHA
RIHA - Welatiyên ji Kobanê ji ber li hemberî komkujiyeke çeteyên DAIŞ'ê neyên hatin gundên Pirsûsê yên sînor heya serê sibê sekan xwe berdewam kirin.
Piştî şevê din çeteyên DAIŞ'ê hewil dan bikevin nava Kobanê û pevçûnên dijwar qewimîn beşeke welatiyên sivîl ji ber ku rastî tu komkujiyan neyên hatin sînor û heya serê sibê li sînor sekna xwe berdewam kirin. Welatiyên li gundên Alîzêr, Qop, Bedhê, Dewşen, Etmanik, Boydê û Siwêdê li ser sînor belavbûn li ser sînor li hemberî rewşekê heya serê sibê sekînin. Derengî şevê balafirên bi ser Kobanê de firiyan Girê Miştenurê bombebaran kirin. Nehate zanîn ku bombe li ku derê ketin.
Topên hewayê yên çeteyên DAIŞ'ê yên diavêje sînorê Pirsûsê berdewam dike. Bi taybet guleyên topê li nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê dikevin. Ligel vê yekê Tirkiye "rêgezên angajmanê" bikarnayne.
(zt)

