Li ser sînor liv û tevgera leşkerên tirk ya awarte

10:48

JINHA


RIHA- Dewleta Tirk piştî ku xeteriya DAIŞ’ê ser zêde bû ser sînor ketin nava liv û tevgerek awarte.


Ji seatên sibêhê ve dewleta Tirk li girê beramberî Kobanê bi dehan tank bicih kirin, li heman xetê bataryayên fuzeyan, yên obusan û gelek çekên giran bi cih kir. Ji bo van çekên giran dest bi çêkirina çeperan kir û berê tevahiyî çekên giran da ber bi kobanê ve.


Di vê navberê de li ser zêdebuna êrîşên DAIŞ’ê gundên Etmanika jêrin û jorîn hatin valakirin. Li gel zêdebuna tedbirên ewlehiyê yên li sînor, Kobaniyên koçberî ser xetê bibûn bi kamyonan veguhestin deverên din. Çalakvanên nobeta ser sînor jî li pişta gundên hatine valakirin  nobeta xwe didomînin.


Her wiha di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê  de hîn jî gule dibarin gundê Etmanikê.


(zt)