Girtiyan ji bo rewşa Kobanê biryara derneketina hevdîtinan dan

11:08

JINHA


AMED Girtiyên Siyasiyên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji bo balkişandina ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê derneketin hevdîtinê û dest bi çalakiyan kirin. Girtî duruşmên weke “Bijî berxwedana Kobanê” bilind dikin. Malbatên girtiyan yên li ber derê girtîgehê jî bersiv dan duruşmên girtiyan.


Girtiyên Siyasiyên li Girtîgeha Tîpa D ya Sergirtiya Amedê ji bo balkişandina ser êrîşên giran yên ser Kantona Kobanê biryara derneketina hevdîtinê girtin. Her wiha girtiyan banga tevlîbûna çalakiyên ji şevêdinê ve berdewam dikin li malbatên xwe yên li devê deriyê girtîgehê  hatine bahev kirin. Ji hindirê girtîgehê dengê duruşmên girtiyan yên weke “Bijî berxwedana Kobanê” bilind dibin. Malbatên wan jî bersivê didin dengê duruşmên weke “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Katîl DAIŞ hevkar AKP” bilind dikin. Wesayîtên li ber derê girtîgehê rawestiyane jî li qorneyê didin û wiha alîkariyê didin çalakiyê.


 


 (zt)