Welatiyan li ber Parlemana Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin

11:41

JINHA


HEWLÊR Bi dehan welatiyên bakûrê Kurdistanê ji bo balê bikêşin ser êrîşên çeteyên DAIŞ yên ser Kobanê çalakiya rûniştinê li ber derê Parlamentoya Kurdistanê dan destpêkirin.


Li gorî agahiyên hatîn girtin piştî şerê Kobanê yê kolanan destpêkirî gelek welatî hatin ber derê Parlamentoya Kurdistanê û çalakî li darxistin. Li gorî agahiyan çalakvan ji parlamentoyê dixwazin demek ji ya din zûtir alîkariyê bidin Kobanê. Herwiha polîtîqayên hûkûmeta başûrê Kurdistanê yên li hember Rojavayê Kurdistanê jî hatin rexnekirin. Çalakiya welatiyan didome.


(zt)