Li Artuklu yê DAIŞ hat protesto kirin
11:53
JINHA
MÊRDÎN - Li Artuklu'ê DAIŞ hate protesto kirin. Di tevahiya şevê de weke her derê li Artukluyê jî çalakiyên welatiyan nava kolanan berdewam kir.
Li navçeya Artuklûyê ya girêdayî Mêrdînê,gel ji bo êrîşa li ser Kobanê protesto bike,navenda kirîn û firotinê da ber agir. Li navçeya Artuklûyê ya girêdayî navenda Mêrdînê,êrîşên DAIŞ'ê ên ser Kobanê hate protesto kirin. Li hemberi katlîam û işgalê ser Kobanê, gel di saatên şevê de herikî kolanan û dest bi çalakiyan kirin.Gelê Mêrdînê, rêya di navbera du karakolên ku navend digre nava xwe jî, ji tirafîqê re girtin û li ser rê barîkatan danîn.Gelê ku çalaki dane despêkirin bi şîara,"Bijî berxwedana YPG'ê" heya derengiya şevê çalakiya xwe domandin. Kûlana Riya Nû û Mêrdîn-Midyatê a ku demek dirêj ji tirafîqê re hatibu astang kirin,ji du alîve mudaheleya polîsan çêbûn. Polîs bi bombeyên gazê êrîşê gel kir. Li ser vê yekê gel jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayê bersiv dan. Heya derengê şevê di navbera polîs û gelda pevçûn berdewam kir. Li Mêrdînê kolana Rêya Nû çalakiya rê girtinê li navenda kirîn û firotinê ya BİM'ê jî dane ber agir. Ji ber girtina rê mudahle ji agir re nahate kirin û tiştên têde şewitîn bûn xalî.
(rt/zt)

