DBP’ê banga daketina kolanan li her kesê kir
12:45
JINHA
AMED – Ji ber zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê Navenda Rêxistina DBP’ê ya Amedê banga daketina kolanan li her kesê kir.
Girêdayî berdewam kirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kantona Kobanê Navenda Rêxistina DBP’ê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê çalakî berdewam bikin û ji bo Kobanê alîkariya berxwedanê bê kirin. Di daxuyaniyê de hati destnîşan kirin ku divê li hemû cihên Amedê berxwedan zêdetir bilind bibe û wiha hati domandin: “Alîkariya ku hikumeta AKP’ê dide çeteyên DAIŞ’ê bi hemû tazîbûna xwe li ber çavane. Heta ku alîkariya hikumeta AKP’ê ji bo çeteyên DAIŞ’ê berdewam bike dê li bakurê Kurdistanê çalakiyên me jî berdewam bike. Li ser sînor polîsên AKP’ê alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dikin bombeyên gazê ser gelê me yê di berxwedanê de dibarîne û carnan jî guleyên rastî bi kar tînin. Li ser sînor AKP çavê xwe ji çun û hatina çeteyên DAIŞ’ê re digire ji xwe ev bersiva her tuştiye.”
(zt)
