Jinên Tirkiyeyê ji bo aştiyê gihiştin hev

13:36

JINHA 


STENBOL – Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan bo demokrasi, civakeke wekhev û aştiyeke mayinde li Stenbolê bi navê ‘Ji bo aştiyê konferansa jinan’ organize kir. Jinan di konferansê de jinan destnîşan kir ku ev konferans ne dawiyê, destpêke. 


Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan nêzî 4 sal in li gelek bajaran ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk xebatan dike. Jinan bi dirûşma ‘Di pêvajoya Muzakerayan de em jî hene’ xebatên atolyeyan dan meşandin û herî dawiyê jinên ku li Tirkiyeyê dijîn re konferansek lidardixist. Jinan di konferansê de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gotinên jinan jî hene. Jinan di konferansê de tecrûbeyên xwe yê salan nîqaş dikin û rol û mîsyona jinê tînin ziman.


 


Konferansa jinan li Zanîngeha Bogazîçiyê li salona konferansê ya rektoriyê tê lidarxistin. Akademisyen, rojnameger, parlamenter, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivil tevli konferansê bûn. Di salonê de pankartên wekî ‘Em jin dê di pêvajoya çareseriyê de rolek aktîf bigirin’, ‘Heke jin di aştiyê de cih negire aştî dom dar nabe’, ‘Heke jin tevli nebe makeqanûneke demokratîk û wekhev pêk nayê’, ‘Heke jin tevli nebe mexduriyeta jinê dernakeve holê’, ‘Em jin temaşe nakin ji bo aştiyê têdikoşin’ hatin daliqandin. 


‘Jinên Tirkiyeyê gihiştin hev’


 


Akademisyen, rojnameger, parlamenter, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivil dikonferansa ku rojek bidome de fikr û ramanên xwe anî ziman. Axaftina vekirinê ya konferansê bi kurdî û tirkî hat kirin. Nukhet Sîrman, di axaftina vekirinê de bal kişand ser rol û mîsyona Hewldana Jinan û diyar kirin ku jin di her pêvajoyê de cih girt û divê di pêvajoya çareseriyê de jî cih bigire. Em ji bo aştiyê polîtîkayên xwe yên xweser avadikin. Em jin dê aktîftir tevli vê pêvajoyê bibin. Ji ber vê jî ev konferans ji bo girîng e. Tevgerên jinan ên Tirkiyeyê, femînist, nûnerên saziyên sivil û Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk, îro li vir civiyan û dixwazin fikr û ramanê xwe bikin yek. Ji bo me konferans nedawîye destpêke.


‘Divê jin û zarok bên ji şer bên parastin’ 


Akademisyen Nazan Ustundag, got ku heya ku ji bo şer budçe tê veqetandin divê ji bo stargehên jinan budçe bê veqedandin. Nazan, wiha got: “Di şeran de herî zêde jin mexdur dibin û divê jin û zarok bên parastin. Jin tevli pêvajoyên muzakereyan dibin lê daxwazên van nayê ziman. Jin muxatab nayê girtin. Divê jin di her mekanîzmaya pêvajoya çareseriyê de temsîliyeta xwe bîne cih. Aştiya ku tê avakirinde heke jin nebe aştî civakî nabe. Divê mafê jinê bê dayîn û jinên kurd divê bi zimanê dayikê biaxife. 


Yakin Erturk jî di axaftina xwe de wiha got: “Mêr şer da dest pê kirin. Jin her tim û li her derê ji dibe xala çareseriyê. Jin her tim li pêy aştiyê bu. Di şer de herî zêde jin mexdûr bû. Lê jin dê aştiyê bîne. Divê jin di maseya aştiyê de cih bigire. Hewldana hikûmetê girîng e, lê ne projeyeke nû ye. Lê em nizanin ku kengê ev proje hatiye plankirin. Di pêvajoya çareseriyê de zimanê ku  tê bikar anîn girîng e, lê heta niha tenê dibêjin, pêvajoya çareserî û terorê, lê nabêjin pêvajoya aştiyê.”


Nameya girtiyên jin hat xwendin


Parêzer Sevda Bayramoglu, nameya jinên girtî xwend û jinên girtî di nameya xwe de wiha got: “Em konferanseke bi vî rengî vatedar dibînin. Ji bo aştiyê gavên girîng davêjin. Divê jin jî divê pêvojeyê de rol û mîsyona xwe bînin ziman. Her wiha zimanê medyayê jî girîng e, divê rojnamegerên jin li ser vê zimanê raweste û zimanê aştiyê biafirîne. Em jin li dervê û li zindanan ji bo aştiyê têbikoşin.” 


Encamnameya Konferansê dê roja sêşemê bê aşkerakirin. Konferans ji çapemeniyê re girtî didome. 


Wêne- Dîmen: Zehra Dogan, Eylem Daş, Leyla Ayaz


(ed-zd/la)