Şerê li eniya Rojhilatê Kobanê didome
13:16
JINHA
RIHA - Şerê YPG/YPJ’ê yê li dijî êrîşên DAIŞ'ê di roja 23'an de berdewam dike. Şer li Rojhilatê Kobanê bi hemû hêza xwe didome.
Şerê di navbera YPG-YPJ û çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê 23 rojin bi şev û roj berdewam dike. Di şerê ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşên xwe zêde kirine de hêzên YPG-YPJ şerekî dîrokî dimeşînin. Îro li Kobanê êrîş û şer li eniya Rojhilatê Kobanê zêde bûn. Şerê ku li herêmê tê meşandin li Gundê Etmanekê bi çavan tê dîtin. Hewldanên çeteyan ku di sînor re derbasî Tirkiyeyê bibe jî hağt rawestandin.
Welatiyên Gundê Etmenekê ji ber zêdebûna şer bi bêdengî di malê xwe de temaşe dikin. Li gel ku şer her diçe gur dibe û çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî derdorê xwe dike û topan tavê gund dîsa Tirkiye bêdengiya xwe diparêze.
(zt)
