Lişker êrîş dikin yên di çalakiya nobetê de jî li ber xwe didin
14:08
JINHA
RIHA – Welatiyên kul i sînorê Pirsusê di çalakiya nobetê denin rastî êrîşên leşkeran tên. Li gel mudaxeleyan jî welatî cihên lê nobetê digirin naterikînin.
Êrîşên çeteyan ser welatiyên li gundê Edmanîkê di nobetê de berdewam dikin. Li ser xeta sînor ji gundê Etmanîkê heya gundê Elîzêrê leşker mudaxeleyî welatiyên di çalakiya nobetê de nin dikin. Di her êrîşê de ewlehiya canê gelek welatiyan dikeve talokeyê. Ev 22 rojin berxwedana ser sînor ya ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê berdewam dike li gel hemû cureyên êrîşan jî cihên xwe terk nakin û nobeta xwe berdewam dikin.
Li aliyê dinê jî li gundê Etmanikê bombeyek ya gazê di pencerê de kete hindirê malekê û di malê de şewat derket.
(zt)
